Derdora nuqteyên dewleta Tirk ên li Seraqibê hate topbarankirin

Gelek moşek li derdora nuqteyên dewleta Tirk a dagirker ên li rojavayê Seraqibê ya li rojhilatê Idlibê ketin. Hemwextî wê jî çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li herêmê baregehên hev topbaran kirin.

Derdora nuqteyên dewleta Tirk ên li Seraqibê hate topbarankirin
15 tîrmeh, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Seraqibê ya li rojhilatê Idlibê û li ser rêya M4 a Heleb-Laziqiyê çeteyên ‘Fetih El-Mubîn’ û hêzên hikumeta Şamê bi moşekan baregehên hev kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ew yek hemwextî avêtina gelek moşekan li derdora nuqteyên dagirkeriya Tirk ên li rojavayê Seraqibê pêk hat. Lê tu agahiyên têkildarî birîndar û kuştiyan bi dest neketin.

Her wiha berbanga vê sibehê di navbera çeteyên ‘Cebhet Tehrîr a Neteweyî’ anku ‘Cebhet Rizgariya Nîştimanî’ û hêzên hikumeta Şamê de li eniya bajarokê Mearet Nesan a li rojhilatê Idlibê şerekî dijwar rû da.

(fr)