Di navbera Misir, Urdun û Behreynê de civînek li dar dikeve

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî  û qiralê Urdun Ebdullah El-Sanî û yê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe li Şerm El-Şêx a Misirê civiyan.

Di navbera Misir, Urdun û Behreynê de civînek li dar dikeve
19 hezîran, 2022   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê seroketiya Misirê Besam Radî da zanîn ku serok El- Sîsî vê sibê pêşwaziya qiralê Urdunê Ebdullah El-Sanî kir. Li gorî ajansa Ammonnews a urdunî ligel Ebdullah El-Sanî, welîehd Hisên Bin Ebdullah El-Sanî serdana Misrê kir.

Duh bi şev, El-Sîsî li Şerm El-Şêx qiralê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe pêşwazî kir. Beriya wê bi 3 rojan bi rêya telefonê axivîbûn û mijarên têkildarî xurtkirina hevkariya dualî, parvekirina nêrînan der barê gelek dozên herêmî û navneteweyî de gotûbêj kiribûn.

Lidarxistina civîna  li Şerm El-Şêx di çarçoveya koordînekirina hewldanên piştgiriya ewlehî û îstîqrara li herêmê de hat beriya lidarxistina civîna Cedayê pêk tê.

Di meha bê de di demên navbera 13 û 16`ê Tîrmehê de dê serokê Amerîkayê Joe Biden dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn bike. Dê li Cedayê bi serokên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, Misir, Urdun û Iraqê re bicive.

(mh)

ANHA