​​​​​​​Li Silêmaniyê 10 nexweşên kolerayê hatin tespîtkirin

Li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê 10, li Kerkûkê jî 1 nexweşên kolerayê hatin dîtin.

​​​​​​​Li Silêmaniyê 10 nexweşên kolerayê hatin tespîtkirin
19 hezîran, 2022   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Sabah Hewramî di civîna çapemeniyê de ragihand ku wan 10 nexweşên kolerayê dîtine.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê ragihand di meha Hezîranê de ji ber nexweşiya zikçûn û vereşînê 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji van kesan 2 jê zarok bûn. Ji ber gumanên nexweşiya kolerayê, hejmarek zêde nimune ji bo Bexdayê hatibûn şandin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê Sabah Hewramî di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku li Silêmaniyê nexweşiya kolerayê hatiye dîtin û ji ber vê yekê rewşa awarte hatiye ragihandin û got: “Li Silêmaniyê testa nexweşiya kolera ya 56 kesan pozîtîf derketiye. Ji ber vê yekê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê xwest ku rewşa awarte ragihînin.”

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo bersivek xurt bidin nexweşiyê, daxwaza bûdceyek diyar kir.