Îlham Ehmed: Heke şer were ferzkirin divê em li ber xwe bidin

Îlham Ehmed anî ziman ku ew li ser diyalogê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi israr in û eşkere kir ku li ser asta dîplomatîk kar û xebatê dikin da ku rê li pêşiya êrişeke nû ya dewleta Tirk li dijî herêmê bê girtin. Îlham Ehmed got: “Heke şer hat ber derî, divê em li ber xwe bidin û li hemberê bisekinin.”

Îlham Ehmed: Heke şer were ferzkirin divê em li ber xwe bidin
19 hezîran, 2022   14:22
 REQA

Bi dehan jin, endamên saziyên sivîl û leşkerî, rewşenbîr û endamên jin ên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed tev li civîna li hola El-Erd El-Seîde ya li Reqayê bûn.

Di civînê de Îlham Ehmed axivî û got: “Di vê dawiyê de, asta êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me zêde bû, gefa destwerdana herêmê bi awayekî yekser dixwe. Lê QSD, MSD û Rêveberiya Xweser li ser asta dîplomatîk xebatên siyasî bi Rûsya, Amerîka û dewletên têkildar re dimeşînin da ku rê li pêşiya vê destwerdanê bê girtin.”

Îlham Ehmed eşkere kir ku dewletên navborî, êrişên dewleta Tirk a dagirker red dikin û got, her êrişek li ser herêmê bi giştî xeter e û derfetê ji bo vejandina DAIŞ`ê çêdike.”

Îlham Ehmed balkişand ser Kampa Holê û got: “Derdora 70 hezar malbatên DAIŞ`ê li vê kampê û kampên din jî hene. Gelek çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên li herêmê de ne. Her êrişek li dijî herêmê, wê ne tenê xeteriyê ji herêmê re çêke, lê belê dê ewlehiya navneteweyî bixe xeteriyê û me gelek caran behsa vê yekê kiriye.”

`DEWLETA TIRK GEF LI EWLEHIYA NETEWEYÎ YA SÛRIYÊ Û GELÊ WÊ DIXWE`

Her wiha Îlham Ehmed teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker gef li ewlehiya neteweyî ya Sûriyê û gelê wê dixwe, demografiya wê diguhere û penaberan li şûna şêniyên resen bi cih dike, îhtîmaleke mezin heye ku beşek ji wan ne sûrî bin.

/ar/uploads/files/2022/06/19/130904_ilham-ahmd-hl-alazmh-alswryh-syasy-wyatmd-ala-alswryyn-waltdkhl-altrky-yayqha-wytyl-amdha-28529.webp

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed got: “Heke dewleta Tirk di mijara vegerandina penaberan de cidî ye, divê penaberan vegerîne warên wan ên resen. Lê em baş dizanin ku niyeta dewleta Tirk a li hember sûriyan ne durist e. Bi rêya van projeyan, siyaseta dagirkirinê dimeşîne.”

Der barê helwesta MSD`ê ya  li hember vegera penaberan de Îlham Ehmed ev destnîşan kir: “MSD`ê bi çareseriyeke siyasî ya giştî re ye ku penaber vegerin warên xwe, Sûriyeyeke nû bê avakirin. Em ne bi guhertina demografiyê û koçberkirina bi zorê re ne.”

Îlham daxuyand ku dewleta Tirk ne QSD`ê dike hedef, lê belê ew xwediyên vê projeyê dike hedef, nabêje ev Kurd e yan jî Ereb e û wiha pê de çû: “Îro hêzên opozîsyonê ji rejîmê bêtir, li dijî QSD`ê ne. Ev isbat dike ku ew girêdayî ajandeyên dagirkeriya Tirk in.”

`DIVÊ EM ALOZIYA SÛRIYÊ BI XWE ÇARESER BIKIN Û EM LI DIJÎ ÇARESERIYA LEŞKERÎ NE`

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê ev li gotinên xwe zêde kir: “AKP`ê hewl dide li ser hesabê gelê Sûriyê bigihêje desthilatê, desthilata osmanî ya nû li ser hesabê axa Sûriyê firehtir bike. Divê em çareseriyekê ji aloziya Sûriyê bibînin, ji ber piraniya însiyatîfên navneteweyî yên ku ji bo çareserkirina aloziyê hatine lidarxistin, niha rawestîne. Sînordarkirina çareseriyê di komîteya destûrî de, şaş e û divê em sûrî aloziya xwe bi xwe çareser bikin.”

Îlham Ehmed diyar kir ku rewşa Sûriyê hîna parçe û berbelav e û got: “Divê sûrî li hev bikin ku ev bi xwe li pêşiya me zehmet e. Em rûbirûyê hemleyeke leşkerî ne. Em şer naxwazin, lê em dixwazin ewlehî û jiyana 5 milyon di aliyê çandî û civakî de biparêzin.”

Îlham Ehmed got: “Heke şer hat ber derî, em ê li ber xwe bidin û li hemberê bisekinin. Em çiqas karibin, dê lihevkirin û danûstandinan di navbera dewletan de lidar bixin, da ku êriş li dijî herêmê pêk neyê. Em ne dewlet in. Em civak in. Me rêveberiyeke ji bo herêmê ava kir. Em li hember dewleteke NATO`yê sekinîn, ev li ser hêza me delîl e.”

Îlham Ehmed bang li jinan ên di saziyên herêmê de kar dikin kir ku divê civakeke nû ava bikin, rûmeta xwe biparêzin, zarotiyek û civakeke bi hêz ava bikin.

Her wiha Îlham Ehmed diyar kir ku QSD`ê cihekî xwe di hevkêşeya navneteweyî û herêmî de girtiye û êdî bêyî wê aloziya Sûriyê yan jî parastina wê pêk nayê û got: “Em xwedî projeye ne. Em hewl didin Sûriyeyeke nû ya demokratîk a hemû sûriyan ava bikin û di avakirina wê de berdewam in.”

Der barê çareseriyên ku gelek alî hewl didin pêk bînin de Îlham got: “Heta roja me ya îro, çareseriyên hatine pêşkêşkirin, kêm in. MSD`ê li ser astên herî bilind ê dîplomasiyê hewl dide rê li pêşiya dagirkirineke din a dewleta Tirk bigirin. Em hewl didin bi rêya civîn û hevdîtinên xwe rê nedin vê êrişê.”

Îlham Ehmed di dawiyê de got: “Rejîm bi tenê nikare biryarê bigire. Em ji diyalogê re vekirî ne. Gelek aliyên din jî nikarin biryaran bigirin ji ber girêdayî ajandeyên Tirkiyê ne.”

Di dawiya civînê de, beşdaran pirsên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê pirs kirin û endamên dîwanê jî bersiva wan pirsan dan.

(şx)

ANHA