​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-6-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-6-2022`YAN
18 hezîran, 2022   23:00

Kongreya 9`an a PYD`ê li Hesekê berdewam e, kongre saet 09:00`an dîsa destpê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya Kongra Îslama Demokratîk a ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dar ketiye di roja 4`an de berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û Zanîngeha Rojava der barê gefên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî li zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê didin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya Sekna êlan li Tebqayê berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên TEV-DEM`ê li Kobanê xwepêşandanek li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer Ciwan Mihemed diyar kir ku NY'yê bi tenê çêkirina çekên kîmyewî qedexe nekiriye, qedexe li ser bikaranîn, veguhestin û deopokirina wan e jî û biryara 1540'an ji bo qedexekirina wan a herî girîng e, lê dewleta Tirk wê binpê dike û got "Ji ber ku hesab jê nayê xwestin bikaranîna van çekan dewam dike. Divê aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin da ku mekanîzmeyek ji bo hesabxwestinê bê danîn."(BI WÊNE)

Nivîskarê iraqî û lêkolînerê kar û barên kurdî, Elî Nacî got Tirkiyê niha hewl dide terorê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bihêle û wan herêman veguherîne navendên tundrawan, bi armanca têkbirina îstîqrarê li Sûriyê, Iraqê û herêma Rojhilata Navîn bi giştî.(BI WÊNE)

Ji gelek salan ve, qeyrana aborî li Tirkiyê heye û nirxê lîreyê tirkî paş ketiye, her wiha rêjeya bêkariyê jî zêde bûye. Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan sedemên vê qeyranê jî vedigerîne komployeke cîhanî li dijî welatî wî. Lê pisporekî aborî û birêvebirina aloziyan diyar kir ku şerên ku Erdogan li derve pêk tîne û lêçûna çekdarkirinê, roleke mezin di vê qeyranê de lîstiye.(BI WÊNE)

Ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma teqez kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Şengal û hedefgirtina zarokê bi navê Salih Xidir Naso sûcekî şer û binpêkirina peymana Cinevê ya 4`an e. Her wiha îşaret pê kir ku divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

Elî Rehmûn diyar kir ku QSD û MSD'ê wê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku her dagirkeriyeke ji aliyê Tirkiyê ve bisekinîne. Her wiha anî ziman ku parastina Sûriya erka tevahî hêzên sûrî ye.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

Bûyerên nijadperest, kuştin û tundî li hember penaberên Sûriyê li Tirkiyê zêde dibin, nivîskar û rojnamevanekî sûrî jî diyar kir ku AKP û partiyên din ên Tirkiyê penaberên sûrî weke kaxizên siyasî bi kar tînin.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

Şîrovekarê siyasî Burhan Şêx Rauf diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji parçebûna li Iraqê digire ji bo ku planên xwe yên mêtîngeriyê bi cih bîne û êrişên li ser kesên ku serdana Başûrê Kurdistanê dikin bi binpêkirina serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê bi nav kir.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

KURDISTAN

Nivîskar Menan Cafer da zanîn ku di dîrokê de PDK`ê rê li ber hewldanên destpêkirina şoreşeke kurdî girtiye, niha jî planên hevbeş ji bo qirkirina gelê Kurdistanê pêk tîne. Bila navê xwe bike `Partiya Dîktatoriya Tirk`, ji ber karê ku dike li dijî rizgariya neteweya Kurdistanê ye, ENKS jî êrişên dewleta Tirk mîna rizgarkirinê dibîne. Cafer got: “Divê gelê Kurdistanê helwesta xwe di vê pêvajoyê de nîşan bide, niha çarenûsa me tê nivîsîn.”(BI WÊNE Û DÎMEN) 

POLÎTÎKA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civînek li Reqayê bi jinan, çalakvan, siyasetmedaran û rewşenbîrên jin re li dar dixe da ku gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wê li ser çareseriya siyasî nîqaş bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Di çarçoveya çalakiyên bîranîna komkujiya Hilincê de, Kongra Star li naveçya Eyn Îsayê meşekê li dar dixe saet 10:00`an. Meş ji çerxerêya Dîkan destpê dike û li çerxeriya Şehîd Cûdî radiweste. Her wiha Kongra Star li Kobanê balavokên têkildarî komkujiyê belav dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Çarçoveya Hemahengiyê piştî vekişandina Tevgera El-Sedir ji bo avakirina hikumeta Iraqê ketiye nava hewldanan. Çavdêr diyar dikin ku serokê Tirkiyê bi rêya finanseyên Erebistana Siûdî aboriya xwe ya hilweşiyayî pêş bixîne.(BI WÊNE)

ANHA