Evîn Cûma: Pêwîst e hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin

Ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma teqez kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Şengal û hedefgirtina zarokê bi navê Salih Xidir Naso sûcekî şer û binpêkirina peymana Cinevê ya 4`an e. Her wiha îşaret pê kir ku divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin.  

Evîn Cûma: Pêwîst e hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin
19 hezîran, 2022   01:45
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê sûcên xwe didomîne. Hedefgirtina zarokan li Başûrê Kurdistanê li ser sûcên wê zêde bûn. Herî dawî, zarokê bi navê Salih Xidir Naso û bapîrê wî Xidir Naso şehîd xist.

Roja çarşema borî 15`ê Hezîranê balafireke bêmirov a biçek, Meclisa Gel a navçeya Sinûnî ya Şengalê li Başûrê Kurdistanê û sûka wê du caran bombebaran kir. Di encama wê de zarok û bapîrê wî şehîd bûn û 6 kesên din birîndar bûn di nav de nûçegihanê Çira TV Salih Burcus û zarokekî din ku navê wî nehat naskirin hebûn.

Li gorî qanûnên navneteweyî, mafên rewa yên hemû zarokên di bin 18 saliyê de hene. Ji ber ku di aliyên bedenî û fikrî de nikarin mafên xwe biparêzin. Lê ev qanûn wek hibra li ser kaxizê mane û di pratîkê de pêk nayên. Ger ne wisa be, dewleta Tirk a dagirker nedikarî zarokan bike hedef û dê hesab jê bihatiba xwestin.

BINPÊKIRINA QANÛNA NAVNETEWEYÎ

/kr/uploads/files/2022/06/18/183733_-.webp

Têkildarî mijarê ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê ji sala 2014`an ve û heta roja îro didomin û wiha axivî: "Şengal ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê û heta dewleta Tirk a dagirker ve rastî gelek êrişan hatin û tên. Di êrişên xwe de welatiyan bi awayekî raste rast dike hedef."

Evîn Cûma diyar kir ku mafên jin û zarokan di 2 sinifandinên sereke de yên qanûna navneteweyî ya mafên mirovan de heye. Ya yekemîn wan wek sivîlan dibîne, ya din jî ji ber şert û mercên wan ên taybet. Lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker van qanûnan bi rêya hedefgirtina wan li Şengalê, binpê dike.

Di daxuyaniya ku sala 1974`an de ji aliyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve têkildarî parastina zarok û jinan di rewşên awarte û nakokiyên çekdarî de, dibêje ku "Êrişkirin û bombebarankirina sivîlan qedexe ye. Ev kiryar têne şermezarkirin.  Ji ber êşên bêhesab, dighîne wan nemaze jin û zarokan". Her wiha "Divê dewletên ku di nava nakokiyên çekdarî de ne, hewl bidin zarok û jinan ji azarên şer biparêzin."

SÛCÊ ŞER

Evîn Cûma îşaret bi qanûnên girêdayî parastina zarok û kesên temenmezin kir ji hedefgirtina raste rast kir û wiha domand: "Her du beş, 2 bend ji bo parastina wan di nava protocol duyemîn a qanûna navneteweyî ya mafên mirovan û peymana 4`an a Cinevê de hatiye veqetandin. Bi vê yekê hedefgirtina sivîlan nexasim zarokan di nava qanûnê de sûcekî şer e."

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê ya têkilarî zarokên qurbaniyên êrişan, di madeya 77`an a peymana 4`an a Cinevê de, zarok cihê rêzdariya taybet in. Divê bên parastin, divê aliyên nakok eleqedariyê û alîkariyê ji wan re peyda bikin çi ji ber temenê wan an jî ji ber sedemên din.  

Evîn Cûma diyar kir ku divê ji ber sûcên şer ku dewleta Tirk li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne hesab jê were xwestin.

BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ KONTROL DIKE

Têkildarî bêdengiya navneteweyî li hember sûcên şer ên dewleta Tirk, Evîn Cûma ev tişt anî ziman: "Berjewendiyên kesayetî hemû siyasetên cîhanê kontrol dikin. Berjewendiyên gelek dewletan bi dewleta Tirk re hene. Ji ber vê yekê jî bêdengî li ser sûcên li dijî sivîlên li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye tevî ku ev sûc ji aliyê gelek dezgehên çapemenî, çalakvan û hiqûqnasan ve hatine belgekirin."

Evîn Cûma piştrast kir ku dewletên cîhanê tu tedbîrên qanûnî cidî têkildarî sûcên dewleta Tirk, negirtine, lê tenê çend cezayên aborî lê ferz kirin û aliyê leşkerî jî paşguh kir. Evîn wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Gel wê bêdeng nemîne, dê hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin.”

(bx)

ANHA