Şîrovekarekî siyasî bang li Iraqê kir ku li dijî Tirkiyê artêşê bixe dewrê

Şîrovekarê siyasî Burhan Şêx Rauf diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji parçebûna li Iraqê digire ji bo ku planên xwe yên mêtîngeriyê bi cih bîne û êrişên li ser kesên ku serdana Başûrê Kurdistanê dikin bi binpêkirina serweriya Iraq û Başûrê Kurdistanê bi nav kir.

Şîrovekarekî siyasî bang li Iraqê kir ku li dijî Tirkiyê artêşê bixe dewrê
19 hezîran, 2022   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

15'ê Hezîranê, dewleta Tirk a dagiker êrişên hewayî bire ser navçeya Sinûnê ya Şengalê, di encamê de zarokek û bapîrê xwe şehîd bûn.

17'ê heman mehê jî li bajarê Kelar yê Silêmaniyê bi dronekê erebeya cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şibilî ku ji bo tedawiyê li  Başûr bû, kir hedef. Di encamê de Ferhad Şibilî û 3 kesên din şehîd bûn.

Hikumeta Iraqê ya bi serkêşiya Mistefa Kazimî ji ber gumanên têkiliyên wê bi dewleta Tirk a dagirker re bi tundî tê rexnekirin.

Li aliyekî din jî PDK'ê eşkere bi dewleta Tirk a dagirker re êrişî qadên gerîla dike.

Şîrovekarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Burhan Şêx Raûf diyar kir ku têkiliyên heyî yên di navbera Iraq û dewletên cîran de, bi taybet bi dewleta Tirk re ne hevseng in û got:  "Iraq di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Ji sala 2003'an heta niha ve îstiqrara siyasî li Iraqê çênebûye. Pirsgirkên siyasî, aborî û nakokî hene. Komên terorîst ên wekî El-Qaîde û DAIŞ'ê hene, şerê taîfî heye. Di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê de nakokî hene. Sedama van hemûyan ew e ku hikutemeke iraqî tune ye ku serweriya Iraqê biparêze, hikumet nikare li hemberî tevahî destwerdanên derve bisekine."

Buhran Şêx Raûf anî ziman ku sedama din a lawazbûna hikumeta Iraqê pirsgirêkên navxweyî ne û got:  "Di navbera pêkhateyên gelê Iraqê de hemahengî tune ye, destûra Iraqê nayê bikaranîn, her wiha tevahî pêkhateyên Iraqê di avakirina biryarê de beşdar nabin, heman demê artêşeke xurt nine ku karibe serdestiya welat biparêze."

Şêx Raûf diyar kir ku dewleta Tirk sûdê ji aloziya li Iraqê werdigire û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk li gelek deverên Iraqê, Başûrê Kurdistanê, Mûsil û Kerkûkê destwerdan kir, baregehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Başîqayê delîlê vê yekê ye."

Şêx Raûf bal kişand ser hedefkirina sivîlan li Başûrê Kurdistanê û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker sivîl û kesên ku serdana Başûrê Kurdistanê dikin, dikin hedef. Ev yek binpêkirina serweriya Iraqê ye. Başûrê Kurdistanê herêmek li Iraqê ye û li gorî sîstema federal parastina serdestî û siyaseta derve erka hikumeta navendî ye."

Buhran Şêx Raûf  bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir ku erka xwe bi cih bîne û serdestiya Iraqê biparêze.

Her wiha diyar kir ku ji hikumeta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê tê xwestin ku helwesta xwe bikin yek, pirsgirêkên xwe çareser bikin, li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li tevahî qadên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan û Kongreya Îslamî gilî bikin. her wiha got: "Heger Tirkiyê bi rêbazên qanûnî nesekine, Iraq xwedî artêş, hêza leşkerî û sîstema parastina asîmanî ye, dikare bersiva êrişên Tirkiyê bide û serweriya xwe biparêze."

ANHA