​​​​​​​Şevbuhêrkeke wêjeyî û penalek di roja duyemîn a Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê de

Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê di roja xwe ya duyemîn de berdewam e, di vê rojê de gelek helbestvan beşdar bûn û panelek hate lidarxistin.

​​​​​​​Şevbuhêrkeke wêjeyî û penalek di roja duyemîn a Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê de
​​​​​​​Şevbuhêrkeke wêjeyî û penalek di roja duyemîn a Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê de
​​​​​​​Şevbuhêrkeke wêjeyî û penalek di roja duyemîn a Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê de
​​​​​​​Şevbuhêrkeke wêjeyî û penalek di roja duyemîn a Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê de
18 hezîran, 2022   18:44
​​​​​​​KOBANÊ

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de şevbuhêrkeke wêjeyî helbestvan Bahoz Şakir, Aras Hiso, Xalîsa Hesen û Evîn Teyfûr helbestên xwe yên bi zimanên kurdî û erebî gotin.

Piştî xwendina helbestan, beşdaran serdana pêşangeha pirtûkan a li hola navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hatiye li darxistin, kir. Di vê pêşangehê de, pirtûkên weşanxaneyên Meda, Ava, Bindarok, Neqş û Şilêr hatine pêşandan. Piştre panelek bi navnîşan “Sînema û girîngiya wê” ji aliyê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê Ehmed Dalî û sînemager Azad Evdikê ve hate birêvebirin.

Di panelê de Azad Evdikê wiha axivî: “Sînema pir girîng e, ew weke oksejîna civakê û çekek bibandor e, ji ber wê jî ew dîroka civakan e ku em dikarin bi rêya wê zehmetî û zordariya ku rastî civakê tên, bînin ziman.”

Azad Evdikê wiha pê de çû: “Pêwîstiya me bi kadroyên sînemayê heye. Gelek dixwazin bi derfetên xwe yên besît tev li sînameyê bibin, ev gaveke pir girîng e.”

Di dawiya panelê de dîroka sînemayê û derketina wê li herêmên kurdî hate nîqaşkirin.

(mh)

ANHA