Elî Rehmûn: Parastina Sûriyê erka hemû hêzên niştimanî ye

Elî Rehmûn diyar kir ku QSD û MSD'ê wê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku her dagirkeriyeke ji aliyê Tirkiyê ve bisekinîne. Her wiha anî ziman ku parastina Sûriya erka tevahî hêzên sûrî ye.

Elî Rehmûn: Parastina Sûriyê erka hemû hêzên niştimanî ye
19 hezîran, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN

23'yê Gulana borî serokkomarê dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê xwar û di 1'ê Hezîranê de got, artêşa wî dê bikeve Minbic û Til Rifetê.

Der barê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 11'ê Hezîranê civîneke awarte li bajarê Hesekê li dar xist. Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû. Tê de bang li hemû hêzên niştimanî yên demokratîk ên li Sûriyê hate kirin ku li hemberî gefên dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin. Her wiha bang li Komkara Erebî û Konseya Hevkariyê ya Kendavê hate kirin ku li dijî terorê destekê bidin gelê Sûriyê û dagirkeriya Tirk a li Sûriyê red bikin.

Li ser mijarê Cîgirê Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Elî Rehmûn ji ANHA'yê re axivî.

Elî Rehmûn destpêkê encamên êrişên berê yên Tirkiyê yên li ser herêmê nirxandin û got: "Ev ne cara yekem e ku Tirkiyê mîna van gefan dixwe. Ji xwe wê Efrîn di 18'ê Adara 2018'an de dagir kir, piştre di sala 2019'an de Girkê Spî û Serêkaniyê dagir kirine. Her dagirkeriyeke din ji aliyê Tirkiyê ve wê di hemû astan de bandor û encamên neyinî bi xwe re bîne, nemaze ku herêm di rewşeke îstiqrar de bû û asta pevçûnan hindekî kêm bû.''

Rehmûn da zanîn ku Tirkiyê hewl dide geşedanên herêmî û navneteweyî yên bi girêk bi kar bîne ku rewş serûbinî kir û got: "Geşedanan herî xeter şerê Rûsya yê li ser Ukraynayê ye."

Rehmûn îşaret pê kir ku her dagirkeriyeke nû ya Tirkiyê li Sûriyê dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê û wiha pê de çû: "Ev ne kêmî sûriyan e! nemaze ku zêdetirî nîvê niştecihên Sûriyê li derveyî malên xwe ne. Di encamê de her dagirkeriyeke nû wê bi xwe re tevgereke mezin a koçberiyê bîne. Dema dagirkirina Efrînê zêdetirî 350 hezar kes ji malên xwe koçber bûn. Dema dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê jî di navbera 200 hezar heta 250 hezar kes ji malên xwe koçber bûn. Ji ber vê her dagirkeriyeke nû wê koçberiyeke nû û guhertineke demografîk a nû bi xwe re bîne û pêkanîna hêviya vegera li war wê zehmet be."

XETA ÇARESERIYÊ LAWAZ DIKE

Rehmûn her wiha anî ziman ku her dagirkeriyeke nû ji aliyê Tirkiyê ve dê tevahî hewldanên bi armanca çareseriya siyasî, nemaze biryara navneteweyî ya 2254'an lawaz dike û got: "Ji bo çareseriya siyasî û rawestandina şer civaka navneteweyî ev biryar daye. Em dizanin ku Tirkiyê, Rûsya û Îranê  bi rêya Soçî û Astaniyê pêkanîna vê biryarê dereng dixin. Ji ber vê yekê her dagirkeriyeke Tirkiyê dê di hewldanên çareserkirina siyasî de kelemek be."

Rehmûn diyar kir ku divê hêzên navneteweyî li hemberî Tirkiyê bisekinin û wiha got "Ne tenê di aliyê dîpomasî û ragihandinê de, heman demê divê bi rêya koalîsyoneke navneteweyî li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê bisekinin. Ji ber ku ev dagirkerî bandoreke neyinî li istiqrara herêmê dike, nemaze ku Tirkiyê wîlayetên cîhadîst ên îslamî ava dike. Em dizanin ku gelek lîderên DAIŞ'ê di hembêza Tirkiyê de ne, heger Tirkiyê herêmeke din dagir bike ev tê wateya avakirina wîlateyeke din ji komên cîhadîst re û dê bandorên ne tenê li ser asta Sûriyê, heman demê wê bandorên wê cîhanî be."

PARASTINA ERKA TEVAHÎ HÊZÊN NIŞTIMANÎ YE

Elî Rehmûn da zanîn ku mijara parastina Sûriyê hemû hêzên niştimanî eleqdar dike û wiha domand: "Her gefeke dagirkeriyê ya Tirkiyê destpêkê li dijî xaka Sûriyê ye, ji ber vê yekê hemû hêzên sûrî, di serî de artêşa Sûriyê divê li hemberê bisekine. Divê misyona wê ya sereke parastina sînorê Sûriyê be. Her wiha divê hemû hêzên siyasî û civakî bi yek destî li hemberî van gefan bisekinin."

Cîgirê Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Elî Rehmûn di dawiyê de got: "MSD û QSD'ê wê bi hemû hêza xwe di qadên siyasî, leşkerî û dîplomasî de li hemberî dagirkeriyeke tirkî bisekinin. Ji Komkara Erebî, bi taybet dewletên ku têkiliyên wan bi Tirkyê re hene, tê xwestin ku nehêlin ku dagirker û gef pêk werin ji ber ku dê îstiqrara li herêmê têk bibin, her wiha dê tevgereke mezin a koçberiyê bi xwe re bîne û guhertina demografî pêk bîne."

ANHA