Parlemanterekî iraqî: Hêvî dikim encamên kongreya PYD`ê demokratî ji bo Sûriyê pêk bîne

Endamê Parlemantoya Iraqê Aso Ferîdûn Elî Emîn bi peyamekê lidarxistina Kongreya 9'an a Partiya Yekitiya Demokratîk pîroz kir û hêvî kir ku kongre bi ser keve û encamên wê demokratî li Rêveberiya Xweser û Sûriyê bi giştî pêk bîne.

Parlemanterekî iraqî: Hêvî dikim encamên kongreya PYD`ê demokratî ji bo Sûriyê pêk bîne
18 hezîran, 2022   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya destpêkirina Kongreya 9'an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku li bajarê Hesekê destpê kir, endamê Parlemantoya Iraqê Aso Ferîdûn Elî Emîn peyama pîrozbahiyê şand.

Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt tê gotin:"Xwişk û birayên hêja yên PYD`ê, bi boneya lidarxistina kongreya we ya 9'an, ez hêvî dikim ku kongreya we bi ser keve û encamên wê ji bo gelê we yê têkoşer li Rojava cihê kêfxweşiyê be, demokratî li Rêveberiya Xweser û Sûriyê bi giştî pêk bîne."

(şt)