'Projeya mêtingeriyê dişibe qirkirina Çerkezan a sala 1864'an'

Hevserokê Komeleya Çerkezan ya Minbicê Samir Hebaq projeya bihckirina penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî, şibihand qirkirina Çerkezan a sala 1864'an. Her wiha hişyarî da ku armanca van siyasetan, parçekirina xaka Sûriyê di navbera Tirkiyê û dewletên herêmî de ye.

'Projeya mêtingeriyê dişibe qirkirina Çerkezan a sala 1864'an'
7 hezîran, 2022   06:11
SELWA EBDULREHMEN/MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku bi fînanseya rêxistinên ixwanî yên qeterî û kiwêtî, li Efrînê avahiyên mêtingeriyê ava kirin, di 3'yê Gulana îsal de serokê dewleta Tirk Receb Tayyîp Erdogan ragihand ku welatî wî dixwaze avahiyên mêtingeriyê li 13 herêmên dagirkirî ava bike da ku milyonek penaberên sûrî lê bi cih bike.

Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye projeyê mêtingeriyê red dikin.

Hevserokê Komeleya Çerkezan a Minbicê Samir Hebaq diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriye ve li dixebite ji bo rewşê gorî xwe bi kar bîne, herêmên dîtir dagir bike û her dem gefan li dijî herêmê bixwe.

Hebaq da zanîn ku di gel ku cîhan bi şerê Rûsya û Ukraynayê ve mijûl bûye û valahiya siyasî, dewleta Tirk dixwaze hin destkeftiyên siyasî yên din li herêmê bi dest bixe.

Hebaq daxuyand ku dewleta Tirk naxwaze aşîtî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk were û ew ji herêma ewle armanc dike ku planên xwe pêk bîne û tev li Yekitiya Ewropayê (YE) bibe û wiha domand: “Her wiha dixwaze aboriya xwe ya têkçûyî geş bike. Vê herêmê kaxizeke zextê li dijî civata navneteweyî bi kar bîne da ku desteka malî bi dest bixe. Yanî di radeya yekemîn de ew li berjewendiyên xwe digere ne berjewendiyên gelê Sûriyê.”

Hebaq diyar kir ku herêma ewleh bi kûrahiya 30 kîlometreyan, bi xwe guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bicihkirina penaberên Sûriyê ye ku dewleta Tirk dixwaze ji wan xilas bibe.

Hebaq destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji avakirina herêma ewle, parçekirina herêmê û vegerandina osmaniya berê ye û belavkirina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de.

Her wiha Samir Hebqa bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê dişibe koçberkirina çerkezan sala 1864`an ku Rûsya bi alîkariya dewleta Tirk, lihevkirina Brîtanya, Fransa û Rûsya pêk anî, da ku çerkezan koçber bikin û qir bikin û sedem jî tenê pêkanîna berjewendiyên dewletên mezin e.

Li gorî gelek pirtûkan, Împeratoriya Rûsyayê, 800 hezar heta milyonek û 500 hezar çerkezên musliman, ji bakurê Kafkasya û bakur rojhilatê Deryaya Reş dan koçberkirin û salên dawîn ên serdema 19`an piştî şerê Kafkasyayê, komkujî li dijî wan pêk anî.

Gelên resen ên vê herêmê yên çerkez, piştî ku şerê Rûsya û Çerkezan bi dawî bû rastî qirkirinê hatin. Koçberiyê beriya bidawîbûna şer sala 1864`an dest pê kir û di sala 1987`an de bi dawî bû.

Hebaq di dawiya axaftina xwe de bang li Sûriyan kir ku li ser masaya diyalogê rûnin da ku aloziya Sûriye, bêyî destwerdanên derva, çareser bikin.

(dm)

ANHA