Zeydî: Erkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dawî bû

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi awayek fermî bi dawî hatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê li Iraqê ragihand.

Zeydî: Erkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dawî bû
30 îlon, 2026   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, têkildarî bi dawî hatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku îro li Bexdayê bi boneya roja serweriyê û bi dawî hatina erkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, fermandarên hêzên hevpeyman û fermandarên artêşa Iraqê merasîmek hat lidarxistin.

Hat diyarkirin ku Zeydî di merasîmê de axivî û got: “Bi rengek fermî bi dawî hatina erkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê radigînin. Iraq îro berhemê wan qurbaniyên mezin û wê hewla qehremaniya ku bi salan dom kir, diçîne. Hêzên me yên ewlehiyê bi hemû pêkhateyên xwe ve kontrola ewlehî û meydanî li ser tevayî herêmên Iraqê sepand.”

Zeydî di beşek din ya axaftina xwe de got: “Bi dawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî, nayê wata bi dawîhatina şerê me yê li dijî terorê. Belkû tê wata veguhestina Iraqê ya ji bo qonaxek ku têde xwe bi xwe berpirsyartiyek tam di warê parastin, ewlehî û seqamgiriyê de digre ser milên xwe.”