Rûsyayê 3 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 3 bajarokên li herêmên Sumy, Kharkiv û Zaporizhzhia bi dest xistine, her wiha 768 dronên Ukraynayê xistine xwarê û depoyên cebilxane û alavên şerê elektronîkî wêran kirine.

Rûsyayê 3 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin
30 îlon, 2026   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê 3 bajarokên li herêmên Sumy, Kharkiv û Zaporizhzhia bi dest xistine.

Wezaretê diyar kir ku hêzên Rûsyayê bajarokên Tolstodubovo (herêma Sumy), Shapilnoye (herêma Kharkiv) û Yegorovka (herêma Zaporizhzhia) bi dest xistine.

Der barê pêvajoya leşkerî li Ukraynayê de wezaretê ragihand ku 768 dronên Ukraynayê hatine xistin û ligel wê jî depoyên cebilxaneyê û alavên şerê elektronîkî hatine wêrankirin.

(f)