Sûriyan rastiya dagirkeriya Tirk nas kir û li dijî wê serî hildidin

Piştî çend salan ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, welatiyên sûrî yên li herêmên dagirkirî, rastiya Tirkiyê eşkere kirin û ji bo derketina artêşa Tirk ji Sûriyê dest bi xwepêşandanan kirin. Rojnamevanekî sûrî diyar kir ku gelê Sûriyê plan û projeyên dagirkeriya Tirk ên parçekirina Sûriyê, dizîn û talankirina xêr û bêra nas kiriye.

Sûriyan rastiya dagirkeriya Tirk nas kir û li dijî wê serî hildidin
7 hezîran, 2022   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Di encama siyasetên dagirkeriya Tirk ên dijberî gelê Sûriyê li herêmên dagirkirî, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Li Efrîn, Marê, Ezaz, Bab û Soran xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşanderan girtin ser navendên "Şîrketa Tirkiyê" û meclisên xwecehî û agir pê xistin. Her wiha siloganên " Sûriya Azade.. Tirkiyê derkeve derve" berz kirin.

LI DIJÎ SIYASETÊN DAGIRKER Û ÇETEYÊN WÊ REFLEKSEK NORMAL E

Di vê der barê de rojnamevanê sûrî Mistefa Ebdî ji ajansa me re axivî û got: " Xwepêşandan refleksek normal e li hember tevlihevî û têkçûna aramiyê li deverên ku Tirkiyê dagir kiriye. Li wan herêman gendelî belav bûye û berpirsyarî û cezakirin di nava saziyên rêveberiyê yên dewleta Tirk de tune. Dewleta Tirk a dagirker nikare welatiyan û ewlehiya wan biparêze."

GELÊ SÛRIYÊ RASTIYA DAGIRKERIYÊ NAS KIR

Xwepêşandan ne tenê girêdayî rewşa xizmetguzarî ye, lê di encama hêrsa bi salan a li hember siyaset û hewldanên parçekirinê yên dagirkeriya Tirk pêk hat.

Piştî ku Erdogan gefa dagirkeriyeke nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, da şêniyên resen koçber bike û li şûna wan penaberan bi cih bike, li herêma Sermîn a Idlibê 27'ê Gulanê xwepêşandan li dar ket. Di xwepêşandanê de banga derketina dewleta Tirk ji Sûriyê hat kirin. Xwepêşandêran sloganên li dijî Erdogan û dagirkeriya Tirk berz kirin.

Di vê der barê de Ebdî got:"Gelê Sûriyê baş xeteriya projeyên dagirkeriya Tirk û armancên wê yên parçekirina Sûriyê û dizîna xêr û bêra wê nas kirine. Ji ber wê dirûşmên banga rawestandina gefan, topbarankirina bajaran û wêrankirina malan hatin berzkirin."

SIYASETÊN DEWLETA TIRK HÊRSA GEL ZÊDE DIKE

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xêrûbêra herêmên dagirkirî û dahatên xwazayî û aborî desteser kiriye. Li wan herêman xebatên xizmetguzarî nayên dîtin, hejarî û birçîbûn zêde bûye.

NY di Tebaxa 2021`an de bi raporekê diyar kiribû ku ji sedî 91 malbatên sûrî li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê  hejar in. Ji ber van siyaetan hêrsa gel bilind bibe û bangên derketina dagirkeran ji Sûriyê tê kirin.

LI HEMBER XWEPÊŞANDÊRAN BINPÊKIRINAN DIKIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dawîanîna li xwepêşandanan gule berdan, di encama de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Ev binpêkirin, rastî hêrsa gel hat, gel berê xwe dan navendên kehrebeyê yên girêdayî Tirkiyê û meclisên xwecehî û ew navend şewitandin.

Mistefa Ebdî got:"Ji ber êrişa MÎT a Tirk û çeteyên wan li ser xwepêşandanan û 2 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûn. Her wiha lîsteyek bi navê dehan kes hat çêkirin da bi tawana gurkirin û derketina xwepêşandanan bên girtin. Ew kes weke xayîn û terorîst hatin bi navkirin. Armanc ji van ew e ku dengê xwepêşanderan qut bikin''

'DIVÊ XWEPÊŞANDAN DEWAM BIKIN'

Rojnamevan Mistefa Ebdî di dawiyê de diyar kir ku ev xwepêşandan weke destpêka çalakiyên gel ên li dijî dagirkeriya Tirk e.

Ebdî bang li xwepêşandêran kir ku di çalakiyên xwe li dijî dagirkeriya Tirk de berdewam bin û rewatî ji hikûmeta damekî, Îtîlaf û desteya danûstandinkar bikşînin.

(şt)

ANHA