Rejîma Îranê du xwepêşander darvekirin

Ali Hemmeti Sistanî û Majik Nik-Andiş ku beşdarî xwepêşandanên meha Çileyê bûbûn, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Rejîma Îranê du xwepêşander darvekirin
30 îlon, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku nêzî çavkaniyên dadgeriyê yên Îranê ye, ragihand ku cezayê darvekirinê yê bi hinceta beşdariya li çalakiyên şermezarkirinê li Ali Hemmeti Sistanî û Majik Nik-Andiş hatibû birîn, bi cih hate anîn. Di nûçeyê de li ser sûcên ku herdu kes pê dihatin tawanbarkirin agahiyên berfireh nehate dayîn.

Li gorî Mîzanê, biryara darvekirinê ya têkildarî herdu kesan ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate lêkolînkirin û erêkirin. Piştî temambûna pêvajoya qanûnî cezayê darvekirinê yê li Alî Hemmeti Sistani û Majik Nik-Andiş hatibû birîn, serê sibehê hate bicihanîn.

Tê gotin, darvekirin li hemberî beşdarên xwepêşananên şermezarkirinê yên meha Çileyê yên li Îranê weke parçeyek ji pêvajoya zextê û dadgeriyê tê bikaranîn.