ji ber kişandina dumana refîneriyên petrolê kesek mir yek jî xeniqî

Li gundewarê Tirbespiyê, ji ber kişandina dumana refîneriyên kevneşop yên petrolê, kesek mir û yekî jî xeniqî.

ji ber kişandina dumana refîneriyên petrolê kesek mir yek jî xeniqî
30 îlon, 2026   13:41
QAMIŞLO

Nasnameya kesê mirî Omer Silêman ê 38 salî ji Hesekê bû, di heman demê de Mihemed El-Casim, niştecihê Dêra Zorê, piştî nefesgirtina dûmana rafineriyên petrolê yên demkî yên li gundên başûrê Tirbespiyê, ji ber nefesgirtina dûmanê ket.

Li gundê Oda yê li gundewarê Tirbespiyê, du kesan xwest mazotê ji refîneriyên kevneşop yên petrol dagrin, ji ber kişandina dumana refîneriyan, kesê bi navê Umer Silêman ê 38 salî ji bajarê Hesekê mir û Mihemed El Casim ê ji Dêrazorê xeniqî û ew rakirin nexweşxaneyê.

Her du kesan dixwestin mazotê ji fefîneriyên kevneşop bikirin û bibin herêmên din bifroşin.

(k)

ANHA