Hêzên Îsraîlê li gundewarê Derayê tevgera şêniyan asteng kir

Hêzên leşkerî yên Îsraîlê derbasî herêma Hewd El Yermûk ê li gundewarê rojavayê Derayê bû, li wê deverê xaleke kontrolê ya demkî danî û tevgera şêniyan jî asteng kir.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Derayê tevgera şêniyan asteng kir
30 îlon, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ajansa me diyar kirin ku êvara 29-30 Îlon, careke din hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji hejmarek wesayetên leşkerî û 2 tankan pêk, li ser rêya di navbera Sîson û Cumlê yên li Hewd El Yermûk li gundewarê rojavayê Derayê derbasî herêmê bû.

Hêzê xaleke kontrolê danî û dest bi lêgerînê kir, nehişt ku sivîl berê xwe bidin hundirê herêma Wadî El Reqad.

Hebûna xala kontrolê di nîvê şevê de, di navbera şênî û cotkaran rageşî derxist, hişt ku tevgera şêniyan a ji bo zeviyên çandiniyê li herêmê jî bê astengkirin.

(sb)

ANHA