Li Yemenê di encama hilweşîna kaneke zêran de 6 kes mirin

Li parêzgeha Hecê ya Yemenê di encama hilweşîna kaneke zêran de 6 kes mirin. Lêgerîna li 14 kesên asêmayî de dewam dike.

Li Yemenê di encama hilweşîna kaneke zêran de 6 kes mirin
30 îlon, 2026   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Harîqayê ya îdareya Efleh Şamê ya parêzgeha Hecê ya bakurê rojavayê Yemenê di dema kolandina kaneke zêran bi rêbazên kevin kane hilweşiya.

Rayedarên xwecih û şêniyan der barê mijarê de agahî dane Ajansa Reutersê û gotin, "20 kes di kanê de bûn. Dema kanê hilweşiya deriyên wê hatin girtin û karker di hundirê wê de man."

Hate zanîn ku şêniyan bi rêbazên kevin kane kolandin û 6 cenaze jê derxistin, lêgerîna li 14 kesên asê mane dewman dike.

Çavkaniyan gotin, tunebûna alavên pêşketin xebatên rizgarkirinê zehmet dike û destnîşan kir ku dibe hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

(bb)