​​​​​​​Rejîma Îranê 12 girtî bidarve kirin

Hat ragihandin rejîma Îranê li girtîgeha Zahidanê 12 girtiyên din bi darve kirin.

​​​​​​​Rejîma Îranê 12 girtî bidarve kirin
6 hezîran, 2022   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor hin saziyên çapemeniyê yên Îranê, vê sibehê li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê 12 girtî hatin bidarvekirin.

Di nûçeyan de hat diyarkirin ku ew kes ji ber bazirganîkirina madeyên hişber, cezayê darvekirinê lê hatibûn birîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye Rêxistina Efûyê ya di rapora xwe ya salane de eşkere kir, li nava welatên cîhanê de herî zêde rejîma Îranê cezayê darvekirinê li mirovan dibire. Li gor raporê, rejîma Îranê di sala 2021’an de herî kêm 314 kesan bidarve kiriye.