Pentagon: Em ê piştgiriya îstixbarî bidomînin

Pentagon a ku der barê vekişîna hêzên Hevpeymaniyê ji Iraqê daxuyanî da, ragihand ku Amerîka û hevkarên wê yên di Hevpeymaniya Navneteweyî de, bi awayekî fermî dawî li "Operasyona Biryradariya Xwezayî" ya li Iraqê anîne.

Pentagon: Em ê piştgiriya îstixbarî bidomînin
30 îlon, 2026   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) der barê vekişîna hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya li dijî DAIŞ'ê ya ji Iraqê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Amerîka û hevkarên wê yên Hevpeymaniya Navneteweyî bi awayekî fermî "Operasyona Biryardariya Xwezayî" li Iraqê bi dawî anîne.

 Pentagonê destnîşan kir ku bidawîbûna operasyonê, derbasbûna ji erkê hevpeymaniyê ber bi hewldaneke ewlehiyê ya bi pêşengiya Iraqê û bi piştgiriya têkiliyeke ewlehiyê ya dualî ve temsil dide.

 Pentagonê diyar kir ku gefên DAIŞ'ê jî di nav de berpirsiyariya çareserkirina kêşeyên ewlehiyê, dikeve ser milê hikûmeta Iraqê û destnîşan kir ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê dê berdewam be li ser pêşkêşkirina rahênanên pisporî û piştgiriya îstîxbaratî ji bo hevkarên xwe yên Iraqî.

 Şêwirmendê ewlehiyê yê Serokwezîrê Iraqê Qasim El-Erecî jî îro ragihand ku Hevpeymaniyê erka xwe bi dawî aniye û Iraq bi derbasbûna ji bo pêwendiyeke li ser bingeha têkiliyên dualî, gihîştiye qonaxeke girîng a veguhêziyê.

 El-Erecî destnîşan kir ku biûna erka hevpeymaniyê nayê wê wateyê ku hevkarî bi dawî bûye, berevajî ev yek nîşana derbasbûna ji bo pêwendiyeke dualî ye ku li ser bingeheke bihêztir hatiye avakirin.