Li Hurmuzê 3 keştî hatin derbekirin

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ya girêdayî Tevgera Trafîka Deryayî diyar kir ku wê agahî wergirt ku barhilgirek petrolê û yek gazê û keştiyek hatin derbekirin.

Li Hurmuzê 3 keştî hatin derbekirin
30 îlon, 2026   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) daxuyand ku dema 3 keştî di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn bi mûşekan hatin hedefgirtin.

Desteyê diyar kir ku wê agahî wergirt ku barhilgirên petrol û gazê û keştiyek bi mûşekên nediyar hatin lêdan.

Hurmuz rêya petrola cîhanî ye, îranê bi awayekî hema giştî mayîn kiriye, girtiye û keştiyan derbas bibin hedef digire.

(f)