Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li Girkê Legê û Rimêlanê 81 şehîdên ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de di salên têkoşînê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê, bi bîr anîn.

Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
Li Girkê Legê 81 şehîd hatin bi bîr anîn
30 îlon, 2026   13:43
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê li herêma Cizîrê îro ji bo 81 şehîdên ku di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de li deverên cuda û di demên cuda de şehîd bûne, merasîmek bîranînê li dar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê hat lidarxistin.

Malbat û xizmên şehîdan, digel endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman Mehmûd axivî û diyar kir ku şehîd rêberên tevgerê ne û ewlehî û aramiya ku hatiye bidestxistin encama qurbaniyên wan e.

Di merasîmê de sînevizyonek li ser jiyana şehîdan hate nîşandan û dayikên şehîdan ji bo bîranîna wan mûm vêxistin.

Merasîm bi xwendina belgeyên şehîdan û qîrîna dirûşma "Şehîd nemir in" bi dawî bû.

(k)

ANHA