Sedir bang li hemû serkirdeyên Iraqê kir ku ji pêvajoya siyasî vekişin!

Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir, di daxuyaniyeke fermî de biryara hilweşandina koma çekdar a “Lîwaya Roja Sozpêdayî” (Lîwa El-Yewm El-Mew’ûd) da. Sedir bang li hemû serkirde û hêzên siyasî yên niha yên Iraqê kir ku ji pêvajoya siyasî vekişin.

Sedir bang li hemû serkirdeyên Iraqê kir ku ji pêvajoya siyasî vekişin!
30 îlon, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir di peyamek xwe de, daxwaz ji artêşa Amerîkayê kir ku qerebûya darayî û yasayî ya hemû wan zirarên ku di dema dagirkerî û hebûna xwe ya leşkerî de gihandine Iraq û gelê wê, bike; her wiha bang li welatiyên ziyanê dîtine kir ku li ser vê mijarê gilî û dozên yasayî tomar bikin.

Sedir bang li serkirde û hêzên siyasî yên welat kir ku di zûtirîn dem de ji qada siyasî dûr bikevin, daku rê ji bo rûyên nû û kesên din bê vekirin da ku reformên bingehîn bikin û dawî li gendeliyê bînin.

Di beşeke din a peyama xwe de, Sedir balkêşa ser pêwîstiya kontrolkirin û birêkûpêkkirina çekan di destê dewletê de, ku ev yek li gorî bernameyeke eşkere û di bin pejirandina gel de be; her wiha daxwaza bihêzkirina hêzên ewlehiyê û pasewanên sînor kir.

Sedir di egera destwerdanek navxweyî ya li Iraqê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên cîran hişyar kir.