Li Til Temirê li dijî tecrîdê çalakiya protestoyî hat lidarxistin

Şêniyên Til Temirê çalakiyeke protestoyî li dar xist, tê de tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Xwepêşandêran teqez kir ku fikr û felsefeya rêber Ocalan çareseriya hemû dozên herêmê û mirovahiyê ye.

Li Til Temirê li dijî tecrîdê çalakiya protestoyî hat lidarxistin
19 gulan, 2022   11:51
 HESEKÊ

Vê sibê, bi dehan şêniyên navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê, enamên saziyên Civaka Sivîl, siyasetmedar û rûspiyên eşîran li Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn, endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Navçeya Til Temir Ehmed Heyder daxuyanî xwend û got:

Em tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan ji dema girtina wî de hatî ferzkirin, şermezar dikin. Rêber Ocalan azadiya gelan û hemû nirxên mirovahiyê temsîl dike.

Bi girtina rêber Abdullah Ocalan xwestin Tevgera Rizgariya Kurdistanê tesfiye bikin, lê ew negihîştin armanca xwe. Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê veguherand navendeke çandê û felsefeya neteweya demokratîk ku bûye felsefeyek hemdem û altirnatîfa netew-dewletê ya bûye belayê serê mirovahiyê. Fikrên rêber Ocalan çareseriya hemû dozên herêmê û mirovahiyê ye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û kiryarên dermirovî yên li dijî gelên Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewama tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan in.

Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan dikin ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re deynin. Divê heta şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, têkoşîna gelan di asteke bilindtir de dewam bike.

Çalakî bi dirûşmên “Bê serok jiyan nabe, azadî ji bo rêber Ocalan, Na ji sûcên dagirkeriya Tirk re” bi dawî bû.

ANHA