​​​​​​​Li Girkê Legê civîneke girseyî ya nîqaşkirina Peymana Civakî

Pêkhateyên Girkê Legê da zanîn ku benda girêdayî şopandin û hesabxwestinê ya di reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pir girîng û bi nirx e.

​​​​​​​Li Girkê Legê civîneke girseyî ya nîqaşkirina Peymana Civakî
19 gulan, 2022   11:49
QAMIŞLO

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li navenda Sendîqaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê civîneke girseyî ji pêkhateyên Girkê Legê û gundewarên wê re li dar xist û reşnivîsa peymanê nîqaş kir, her wiha li pêşniyarên şêniyan guhdar kir.

Da ku beriya peyman were erêkirin û sazkirineke dawî derkeve, Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî civînên girseyî bi beşên civakê re li dar dixe. Piştî sazkirina reşnivîsê di 12’yê vê Sibatê de bi dawî bû, dest bi civînan hate kirin.

Civîna girseyî ya li Girkê Legê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre reşnivîsa Peymana Civakî ku ji 99 bendan pêk tê, ji hêla endamên Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî Sîhanok Dîbo û Qehtan El-Deham ve hate xwendin.

Piştî xwendina reşnivîsê, şêniyan nêrînên xwe gotin û da zanîn ku benda şopandin û hesabxwestinê pir girîng e û divê pêk were, li kêleka wê jî li ser mekanîzmaya rêveçûna hilbijartinan nîqaş û rapirsîn hatin kirin.

Civîn bi girtina pêşniyar û têbîniyên şêniyên Girkê Legê û gundewarên wê yên li ser reşnivîsa Peymana Civakî bi dawî bû ku di civîna Komîteya Fireh de lêkolîn bikin.

(fr)

ANHA