Li Til Hemîsê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin

Şêniyên Til Hemîsê bi meşekê tecrîda girankirî, cezayê qedexekirina hevdîtinan heta 6 mehan li ser rêber Ocalan, êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Li Til Hemîsê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan hat şermezarkirin
19 gulan, 2022   12:19
QAMIŞLO

Di çarçoveya bertekên li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi sedan şêniyên Til Hemîsê ya Qamişlo, endamên saziyên sivîl, siyasetmedar û rûpsiyên eşîrên herêmê meşek li dar xist.

Meş ji pêş Navenda Trafîkê ya li rojhilatê navçeyê ve dest pê kir. Di meşê de beşdaran pankartên "Bimire hêzên komploger", "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Azadiya rêber Ocalan kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e" berz kirin.

Piştî beşdar gihaştin naverasta navçeyê deqeyeke rêz girtin, dûre Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: "Sedema êrişên bênavber ew e ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişan qedexe nake. Bêdengiya navneteweyî ji Erdogan re erêkirin e ku sûcên xwe li dijî rêber Ocalan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike."

Li aliyekî din jî Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Birak Xalib El-Sedûn sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê ji topbarankirin û koçberkirina welatiyan şermezar kirin.

El-Sedûn ev tişt got: "Bi serkeftina projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewletên mêtinger hewl didin vê fikrê bi rêya dewleta Tirk ku sûcên xwe li dijî gelan pêk bîne, têk bibin. Ji ber ditirsin ew yek li cîhanê jî belav bibe."

El-Sedûn da zanîn ku divê ji bo pêkanîna armancên şehîdên ên azadî û wekheviyên têkoşîn were bilindkirin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA