​​​​​​​Iraqê dewleta Tirk li NY’yê gilî kir: Divê hêzên wê ji xaka Iraqê derkevin

Nûnerê Iraqê NY’yê Mihemed Husên Bahrlum bi awayekî fermî li dijî dewleta Tirk li Konseya Ewlehiyê gilî kir û xwest hemû hêzên dewleta Tirk ji nava xaka Iraqê derkevin.

​​​​​​​Iraqê dewleta Tirk li NY’yê gilî kir: Divê hêzên wê ji xaka Iraqê derkevin
18 gulan, 2022   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ya DYA’yê li ser rewşa Iraqê pêk hat.

Li gorî nûçeya Rojnewsê nûnerê Iraqê yê NY’yê Mihemed Husên Bahrlum di civînê de xwest artêşa Tirk ji xaka Iraqê derkeve û got: “Gefên PKK’ê êdî ji bo hêzên Tirkiyê ne bihane ne ku li nava axa Iraqê bimînin.”

Di civînê de Husên Bahrlum li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û binpêkirina serweriya xaka Iraqê giliyê fermî pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kir.

Her wiha Bahrlum diyar kir ku Iraq girêdayî vegerandina iraqiyên li kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.