Îranî ji ber bihabûnê car din daketin kolanan

Îro li Îranê ji ber bihabûnê, dîsa xwepêşandan dest pê kir. Hêzên ewlekariyê jî sewqiyatên leşkerî birin başûr rojavayê welêt.

Îranî ji ber bihabûnê car din daketin kolanan
18 gulan, 2022   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiyê, duh li Îranê û bi taybet li bajarê Golpaykan yê parêzgeha Esfehanê û bajarê Jonkan bi dehan îranî ji ber bihabûnê daketin kolanan.

Xwepêşandêran sloganên “Raîsî şerm bike dev ji welêt berde, biçe” berz kirin.

Li aliyê din jî hêzên ewlekariyê çekên giran ku ji tank û panzêran pêk tên şandin bajarê Jonkan ê parêzgeha Cehar Mihal û bajarê Bextiyarî yên li başûr rojavayê welêt.

(şx)