Êlên Ereb û Kurd li dijî mêtingeriya dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist

Rûspiyên kantona Hesekê bi daxuyaniyekê bang li NY û Meclisa Ewlehiyê kir ku siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin ku armanc dike demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.

Êlên Ereb û Kurd li dijî mêtingeriya dewleta Tirk çalakiya konvedanê li dar xist
18 gulan, 2022   12:01
HESEKÊ

Êlên Ereb û Kurd, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û meclisên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo şermezarkirina projeya dewleta Tirk a dagirker a nû ya ji bo avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî û bicihkirina penaberan tê de, çalakiya konvedanê li dar xist.

Bi dehan rûspiyên êlên Ereb û Kurd, meclisên saziyên sivîl û leşkerî û şêniyên Hesekê tev li çalakiyê bûn.

Nûnerê êla El-Begara yê Meclisa Rûspiyan a Hesekê Ewad El-Egle daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Dema ku em hêvî dikin ku bi azadî û bi rûmet bijîn, şerê terorê dikin û ewlehiya li herêmên xwe xurttir dikin û hewl didin çareseriyeke siyasî ji aloziya welêt re bibînin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyasetên xeternak li dijî gelê Sûriyê dimeşînin. Şêniyên sivîl bi çekên giran û bi balafirên bêmirov ên biçek dikin hedef.

Dewleta Tirk a dagirker armanc dike, tirsê di nav şêniyan de belav bike da ku wan bide koçberkirin û projeya xwe ya Osmanî ya mêtingeriyê û guhertina demografiya herêmê temam bike. Ji bo wê avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî ava dikin.

Em bêdengiya navneteweyî li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Meclisa Ewlehiyê û azadîxwazên li cîhanê dikin ku van siyasetan rawestînin. Em bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariyê ya Kendavê dikin ku helwesteke cidî li hember kiryarên dewletên Qeter û Kiwêtê nîşan bidin ku destekê didin avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û fînanse dikin.”

(şx)

ANHA