Li Helebê jinên ciwan piştgirî da berxwedana gerîla

Bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK'ê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kir.

Li Helebê jinên ciwan piştgirî da berxwedana gerîla
16 gulan, 2022   17:42
HELEB

Yektiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û piştevaniya gerîla meşek li dar xist.

Beşdar li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, ala PKK`ê û HPG`ê hildan.

Meş ber bi taxa Eşrefiyê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê û berxwedana rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Zeytûn veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivî, teqezî li ser piştevaniya ji berxwedana li dijî dewleta Tirk a faşîst kir û diyar kir ku parastina çiya tê wateya parastina tevahî herêma Rojhilata Navîn.

Nadiya Yûsif diyar kir ku erka hemû keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkeke dîrokî ye ku tev li berxwedana pîroz a gerîla bibin.

Nadiya Yûsif di dawiyê de diyar kir ku parastina welat ji nirxên herî pîroz e û bi vê yekê divê her kes tev li vê yekê bibe.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(bx)

ANHA