Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Heger tevgereke bi guman hebe li me bigerin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ew li gorî silametî û ewlehiya welatiyan tevdigerin û bi şev negirtine ser malên welatiyan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Heger tevgereke bi guman hebe li me bigerin
16 gulan, 2022   17:11
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê îdiayên ku dibêjin ku hêzên wan di bin navê komîteya şopandinê ya hêzên ewlekariyê de bi şev girtine ser malên welatiyan, derewand û got, tu têkiliyên wan bi van hêzan tune ye.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Mehmûd El-Hisên ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku hêzên wan ji bo parastina ewlehî û silametiya tevahî welatiya kar dike û got: "Ji bilî rewşên awaret, hêzên me di saetên derengiya şevê de operasyonên serdegirtinê yên ewlehiyê pêk nayîne."

El-Hisên anî ziman ku kesên ku îdiayên bi vî rengî belav dikin, hewl dide ewlehiya herêmê xirab bikin.

Têkildarî operasyonan jî Mehmûd El-Hisên got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî ku erêkirineke fermî ji dadgeha giştî werdigire, li gorî erka ku wergirtiye operasyonên kontrolkirinê li cihên bi guman pêk tîne. Erebeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi diruşma xwe  ya taybet ji aliyê gel ve tên naskirin û hêzên me bi cihên xwe yên fermî operasyonan dikin."

El-Hisên bal kiaşnd ser tedbîrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî diziyê û wiha got: "Beriya demekê giştînameyek ji aliyê hêzên ewlekariya vê hate derxistin û li tevahî bajar û navçeyên herêma Cizîrê hate belavkirin, li gorî wê divê kamereyên çavdêriyê li tevahî dikanên bazirganiyê yên li sûkan û taxan werin danîn da ku em bi hev re rê li be diyardeya diziyê bigirin."

Mehmûd El-Hisên diyar kir k hêzên wan 24 saetan dewriyeyên ewlehiyê pêk tînin û li tevahî tax, bajar û navçeyan nuqteyên wan ên sabit hene.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Mehmûd El-Hisên bang li welatiyan kir ku bi hêzên wan re hevkar bikin û heger tevgerên bi guman dîtin, dikarin li ser vê nimureyê agahî bidin wan ên li bajarê Qamişlo: 0935024509.

ANHA