​​​​​​​Rûspiyan li hemberî planên osmaniyan banga hevgirtinê kirin

Şêx û rûspiyê eşîrên Ereb û Kurd ên herêma Cizîrê li hemberî hewldanên qirkirineke nû ji aliyê dewleta Tirk û ve banga hevgirtinê kirin.

​​​​​​​Rûspiyan li hemberî planên osmaniyan banga hevgirtinê kirin
17 gulan, 2022   00:45
QAMIŞLO – SELAM KEYREWAN

Serokkomarê dewleta Tirk a faşîst di her boneyekê de dibêje, dewleta Tirk piştî 2023`an de dê ne mîna berê be.

Her çiqas ev dem nêz dibe Erdogan rexneyê li peymana Lozanê ya sala 1923`an zêde dike ku sînorê komara heyî ya Tirkiyê xêz kir.

Di heman demê de Erdogan û rêveberên partiya wê AKP`ê her tim behsa girîngiya vegera li Mîsaqî Millî dikin ku sînorê dewleta Tirk ê heyî red dike û dibêjin ku Lozan rûberên berfireh ji xaka Tirkiyê winda kir û divê vegerin.

Çavnebariya dewleta Tirk ji kevin ve heye. Îro jî dixwaze van çavnebariyan bi rêya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

/kr/uploads/files/2022/05/16/190528_-.webp

Di vê der barê de şêx eşîra Sada El-Hiyalîyîn, Eledîn El-Ehmed behsa armancên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi beşdarbûna PDK`ê êrişên xwe zêde dike. Ev hemû ji bo pêkanîna planên osmanî, derxistina tevliheviyê li herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

El-Ehmed îşaret pê kir ku hemû êrişên dewleta Tirk di çarçoveya plana osmanî ya Mîsaqî Millî de têne kirin ku ji Mûsil û heta Helebê careke din tev li xwe bike.

/kr/uploads/files/2022/05/16/190506_-.webp

Şêxê eşîra El-Benî Sebha, Hesen Silêman El-Bû Xidir bal kişand ser komkujiyên ku Tirkiyê pêk anîne û jî ev tişt got: "Di dîrokê de dewleta Tirk mezintirîn komkujî li dijî kurdan pêk anî. Ew jî komkujiya Dêrsimê ye. Ev komkujî nîşaneyek reş li ser eniya tevahî mirovahiyê ye. Têde bi hezaran zarok, jin û şêx hatin qetilkirin. Her wiha gelek komkujiyên din pêk hatin ku xwest bi rêya wan, wan tune bike. Rewşa ereban jî ji ya kurdan ne baştir bû û kesên temen mezin û zarokên wan bi awayekî hovane qetil kirin."

El-Bû Xidir da zanîn ku planên dewleta Tirk ne nû ne û wiha domand: '' Dixwaze bi rêya êrişan planên xwe pêk bînin. Xaka Sûriyê û Iraqê ji Mûsil heta Helebê dagir bike da ku qada dagirkirina xwe berfireh bike û nasnameya kurdî, êzidî tune bike, her wiha projeya ku ji aliyê rêber û ronakbîr rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, têk bibe. Ew jî projeya biratiya gelan, hevgirtina Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan e."

/kr/uploads/files/2022/05/16/190618_-.webp

Şêx eşîra Kaska ya Kurd, Mihemed Seîd El-Nayif destnîşan kir ku divê dewleta Iraqê xeteriya planên ku li ser tê kirin, nas bike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk heger ne li gorî berjewendiyên wê be xizmeta tu dewletan nekiriye û nake. Dagirkirina wê ji Efrînê re, guhertina demografî û têkbirina nasnameya kurdî pêk anî. Niha jî Erdogan heman senaryoyê li Başûrê Kurditanê dûbare dike."

El-Nayif diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên ku perwerdekirine, bicilên leşkerî yên tirî û ala tirkî ber bi xetên êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê ve dişîne û got: "Dewleta Tirk dixwaze xwînê birjîne, xakê dagir bike û gelên herêmê koçber bike. Divê mirov ji siyasetên dewleta Tirk hişyar be û parastina ewlehî û aramiya ku gelên herêmê bidest xistine, bike."

Şêxên eşîrên Ereb û Kurdî yên herêma Cizîrê di dawiyê de bang li hemû pêkhateyan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û hevgirtî bin û got: "Bi yekitiya xwe û hêzên xwe em ê li hember êrişên osmaniya nû bisekinin.

(bx)

ANHA