​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê li Qamişlo şevbuhêrkek li dar xist

Bi diruşma "Vegera ewle armanca me ye" Komîteya Koçberên Serêkaniyê li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo şevbuhêrkeke wêjeyî û hunerî li dar xist.

​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê li Qamişlo şevbuhêrkek li dar xist
​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê li Qamişlo şevbuhêrkek li dar xist
​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê li Qamişlo şevbuhêrkek li dar xist
​​​​​​​Komîteya Koçberên Serêkaniyê li Qamişlo şevbuhêrkek li dar xist
6 gulan, 2022   17:36
QAMIŞLO

Di şevbuhêrkê de gelek koçberên Serêkaniyê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê, rewşenbîr, hunermend û nûnerên ji saziyên sivîl û civakî, bijîşk û hin welatiyên Qamişlo amade bûn.

Di şevbuhêrkê de tabloyên hunerî li ser mîrasa Serêkaniyê hatin pêşandan. Tablob yên hunermendên ji Serêkaniyê, Fêrona Ebdikê, Medya Emranî û Nûrhîn Elî ne.

Di şevbuhêrkê de endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ehmed Cemîl bixêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya vê şevbuhêrkê axivî.

Dûvre sînevîzyonek li ser bedewbûn û mîrasa Serêkaniyê ya beriya dagirkirina wê ji hêla dewleta Tirk ve û piştî dagirkirinê hate pêşandan. Li kêlek wê jî helbestvan Yûsif Berazî helbestek xwend.

Helbestvan Anahîta Sîno jî du helbest xwendin, tê de azar û êşa Serêkaniyê û xwesteka vegera li bajarê gotin.  Li aliyekî din jî helbestvan Mistefa Sîno du helbest li ser wêrankirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve xwendin.

Bi stranên hunermenda opera Mizgîn Tahir şevbuhêrk bi dawî bû.

(fr)

 ANHA