​​​​​​​Şengalî li dijî artêşa Iraqê çalakî li dar xist

Li navçeya Sinûnê û Komelgeha Dugurê bi sedan welatiyên Şengalê li dijî hebûna artêşa Iraqê ya li qadê çalakî kirin û diyar kirin ku wê rê nedin ty hêzek îradeya welatiyên Şengalê bişkîne.

​​​​​​​Şengalî li dijî artêşa Iraqê çalakî li dar xist
6 gulan, 2022   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Sinûnê  û Komelgeha Dugurê îro bi sedan ciwanên Êzidî û welatî rabûn ser piyan û li dijî hebûna hêzên artêşa Iraqê ya di nava bajaran de çalakî kirin. Di serî de çalakvanên li Komelgeha Dugurê rêye serek ku derbasî  Sinûnê dibû girtin  û li derdora hêzên artêşa Iraqê ku li herêmê bûn kombûn û xwestin ev hêz ji herêmê derkevin.

Her wiha li navçeya Sinûnê jî li çerxerêya Mam Zekî beşekî xelkê kombûn û nerazîbûna xwe li dijî hebûna hêzên Iraqê ya li nava nehiyê de anîn ziman.

Çalakvana bi navê Şêrîn Şivan got, hêzekî mezin a artêşê di nava malan de belav bûye, tang û topên xwe di nava  sivîlan de bicih dikin, ev jî dibe sedem ku welatî bitirsin û rewşa ewlehiya herêmê dikin metirsiyê û got: “Em wek gel me peyama xwe da te YBŞ’ê jî  û wan ji me re diyar kir ku  biryara me ya gele û gelê me çi bixwaze emê wê bikin.  Em ji Iraqê dixwazin hêzên xwe ji herêmê derxin, ji ber em wek Êzidî em ê qebûl nekin tu hêz îradeya civaka me bişkîne.”

Ji oldarên êzidiyan Faxir Xelef jî anî ziman  ku mafê gel e rabin ser xwe û li dijî her hezekê derkevin ku dibe sedema xerabkirina ewlehiya herêmê û got: “Em ji herdu aliyan dixwazin ku pirsgirêkên hene bi diyalogê çareser bikin û careke din şer li Şengalê rû nede.”

Rêveberê navçeya Sinûnê  Xwedêda Çûkê jî got : “Daxwazê gelê me rewane, em  û tevahiya Êzidiyan li dijî şerin.  Lê em dizanin destên derve dixwazin ewlehiya Şengalê xirabikin. Eger aliyên derve biryara li ser Şengalê nedin, wê rewşa Şengalê aram be. Lê eger  Iraq biryara xwe ji aliyên derve bigire ewê her ev alozî li herêmê dewam bikin.”