Çalakvanên Meşa Rûmetê: Li hember îxanetê divê her kes rabe ser piyan

Beşdarên “Meşa Rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê” ya li Qamişlo hatiye lidarxistin bang li her kesê kirin ku li hember hevkarî û îxanetê rabin ser piyan.

Çalakvanên Meşa Rûmetê: Li hember îxanetê divê her kes rabe ser piyan
7 gulan, 2022   00:45
QAMIŞLO-HEVAL TAYLAN

Li dijî hevkariya dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di êrişên li dijî gerîla de duh (5`ê Gulanê) li bajarê Qamişlo “Meşa Rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê” hat lidarxistin. Bi hezaran xelkê kantonên Hesekê û Qamişlo tevlê meşê bûn û piştgirî dan berxwedana gerîla.

Li hember îxaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re, beşdarên meşê bertek û hêrsa xwe anîn ziman.

YÊN XWEDÎ WIJDAN DIVÊ RABIN SER PIYAN

Yek ji beşdarvanên çalakiyê Etiya Yûsif diyar kir ku pêwîste kurdê xwedî rûmet li hemer êrîşên dewleta Tirk rawestin û got: “Em li hember berxwdana gerîla bi minetdarî bejna xwe ditewînin û serkeftinê ji gerîla re dixwazin. Heta kêliya dawîn a jiyana xwe em ê li gel gerîlayên xwe bin. Kesên xwedî wijdan ên li kurdistanê û cîhanê, divê li hember dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.        

'YEK KSE JÎ BIMÎNE, DÊ BERDEWAN DEWAM BIKE'

Kerîm Şêxo yê ji bajarê Kobanê ku tevlê meşê bûbû anî ziman ku em bi dil û can û bi çekên xwe ew ê li ber xwe bidin û serkeftin wê bibe para me. Şêxo hestên xwe wiha anîn ziman: “Îxtiyar, ciwan û zarok em ê hemû li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Em ji tank û topên dijmin natirsin. Ez 50 salî me hatime vir da ku piştgirî bidim berxwedana gerîla. Ew ê nikaribin me bi bin bixin û tune bikin. Em tenê yek jî bimînin dê berxwedan dewam bike. Ji derveyî Erdogan, Erdoganê biçûk Mesût Barzanî heye. Bi xwe Kurd e, lê belê dijminê Kurdan e û hevkarê Erdogan e, ew li dijî Kurdan şer dike.”

HEVKARÊN TC JÎ NIKARIN VÎNA GEL BIŞIKÎNIN

Endama Yekitiya Rewşenbîran Hesîna Ehmed jî li dijî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re hêrsa xwe ya li hember hikumeta Başûrê Kurdistanê bi van gotinan anî ziman: “Li şûna ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li kêleka berxwedana gelê Kurd, gelê Rojava û berxwedana gerîla be, em dibînin ku hikumeta Başûr bi dewleta Tirk ve hatiye girêdan û bê vîn hatiye hiştin. Em dibînin ku di encama hevpeymanên aborî û leşkerî yên bi dewleta Tirk re pêk anîne de li Başûrê hejmara baregehên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne. Li şûna li kêleka gelê Kurd û berxwedana gerîla bin, alîkariyê dide dagirkeran û zarokên gel qetil dikin.”

Hesîn Ehmed destnîşan kir ku li hember rewşa heyî, divê gelê Başûr berteka xwe nîşan bide. Hesîna her wiha daxuyand ku Başûr di rewşa heyî de di bin dagirkeriyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hema bêje dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Di Başûr de hejmareke zêde bargehên dewleta Tirk hene û di wan baregehan de gelê Kurd dikin armanca xwe. Dewleta Tirk di xaka me û mala me de êrîşî me dike, mixabin hikumeta Başûr jî destekê dide wê.”

Hesîna Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Me her tim ev bang li PDK, hikumeta Başûr û berpirsan kiriye, em car din bang li wan dikin ku ji vê helwesta xwe vegerin. Kiryarên ku ew dikin şerm e û gelê Kurd di çavê dunyayê de bê hêz dide nîşandan. Lê belê çi dibe bila bibe gelê Kurd wê li ber xwe bide. Ne dewleta Tirk û ne jî hevkarên wê nikarin îradeya gelê Kurd bişikînin. Em ê her tim li qadan bin û li ber xwe bidin.”

'HER TIŞT BI BERXWEDANÊ GENGAZ E'

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn, Şevîn Xelîl jî dibêje: “Îro bi ramanên xwe, bi hestên xwe û bi dilê xwe em hemû gerîla ne”. Şevîn xiyaneta PDK`ê şermezar kir û bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: “Gerîla îro li çiyan li ber xwe dide û şer dike. Divê em li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin ku ew jî bi ser xwe ve werin û xwe nas bikin ku Kurd in. Em ê heta dawiyê li qadan bin, hetanî nokeran xilas bikin em ê li ser piyan bin. Wek gelê Kurd divê em li hember dewleta Tirk ya bi salane dijmintiya me dike li ber xwe bidin. Her tişt bi berxwedanê gengaz e. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê em li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin.”

DIJMIN NABE DOST

Yek ji beşdarên Meşa Rûmetê ku birayê Şehîd Cuma (Omer Hisên îbrahîm) e, Evdilqadir Îbrahîm jî diyar kir ku êrişa li ser gerîla tê kirin li hemberî hemû gelê Kurd e û bi van gotinan peyama yekitiyê da: “Zilma li ser gelê Kurd tê meşandin şermezar dikin. Wek malbatên şehîdan heta dilopa xwîna xwe dawîn emvê li kêleka gerîla bin. Bila kes ne fikire ku em ne yek in. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hemû yek in. Gelê Kurd yek e. Şehîdên me ji bo hemû parçeyên Kurdistanê canê xwe dane û em jî li pey şopa şehîdên xwe ne.”

Îbrahîm her wiha ji bo endamên malbata Barzanî ya ku piştgiriyê dide Dewleta Tirk re ev peyam da: “Bila malbata Barzanî vêya baş bizanibe ku dijmin dijminê me hemuyan e. Hîna du dema qala serxwebûna Başurê Kurdistanê hat kirin yê ku destpêkê lihember sekinî dewleta Tirk bû. Dijmin nabe dost. Dostê we gerîla ye. Hemû parçeyên Kurddistanê ne. Ez hêvî dikim ku gelê başûr û peşmerge wê piştevanê gerîla bin.”

ANHA