ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2022
18 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên Tirbespiyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şehîd Ehmed Elyan El-Iweyîd li Goristana Şehîd Dilşêr oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê eşîra El-Elî ya bajarê Reqayê, Remedan El-Rehal got, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya sûcên kuştinê yên li dijî pêkhateyên herêmê ye. Her wiha anî ziman ku eşîrên Ereb û hemû pêkhateyan li dijî êrişan disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Serokatiya MSD'ê Xelîl Ebdî ambargoya Firqeya 4'an a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşerefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê şermezer kir û got: "Dê berxwedana şêniyan bi ser bikeve, ji ber ku beriya niha ew hatine dorpêçkirin û bi ser ketin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û siyasetmedaran da zanîn ku bêdengiya navneteweyî ya li hember berdewama tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku dewletên kapîtalîst hewl didin projeya neteweya demokratîk a li herêmê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got, li kantona Efrînê ya dagirkirî li ber çavê cîhanê qirkirineke çandî û etnîkî tê meşandin û bang kir ku divê tavilê sûcên dewleta Tirk werin rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra El-Mehasin a Ereb diyar kir ku li Sûriyê bêyî nûnertiya siyasî ya hemû pêkhateyên Sûriyê dê aloziya Sûriyê neyê çareserkirin û "lihevkirinên" hikumeta Şamê banga wan dike, derew û binketî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Minbicê got, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hewldanên derxistina tevliheviyê di nava ewlehî û aramiyê de û li ser esasê pîvana biratiya gelan û demokrasiyê dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, têkildarî berdewama kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê hişyarî li ser karesatekeî jîngehî da û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê de Muslim da zanîn ku planeke xeternak û mezin li dijî kurdan heye û got, "Heke plana dijmin li Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser ket, dê gava din îmhakirina herêmê Başûrê Kurdistanê be. Amadekariyên rakirina federaliya Başûrê Kurdistanê hene. Divê her kes di vê qonaxê de yekalî nebe."   (BI WÊNE Û DÎMEN).                            

KURDISTAN

- Çavdêrê siyasî û rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Beşdar Babekir bang li gelê Başûr kir ku li dijî siyasetên PDK'ê bisekinin û diyar kir ku bêdengî xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê û Şêxmeqsûd gotin, ew nahêlin PDK`ê ku ji bo komkirina pereyan bazirganiyê bi xwîna gelê Kurd û berdêlên ku şehîdan dane, bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Tebqayê û ciwanên bajarê Hesekê lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de her wiha hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşînê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA