Moşekek li Îsraîlê ket, NY'yê bi mijara aloziya li Qudisê wê bicive

Ji aliyê Xezayê ve moşekek ber bi komelgeheke niştecihbûnê ya Îsraîlê  hate avêtin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî aloziya li Qudisê dê sibe civîneke awarte li dar bixe.

Moşekek li Îsraîlê ket, NY'yê bi mijara aloziya li Qudisê wê bicive
18 nîsan, 2022   19:39
XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku komelgeheke Îsraîlê li nêzî Xezayê bi mûşekekê hat topbarankirin. Ev geşedana yekem e ku piştî şerê dawî yê  di Gulana par de rû dide.

Topbaran piştî daxuyaniya serokê Tevgera Cîhad Ziyad El-Nexale pêk hat ku gotibû: "Tevgera me wê li hember bûyerên ku li Qudisê rû dide dê deng nemîne."

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan bersiva moşekekê dane.

Di heman çarçoveyê de Konseeya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê sibe civîneke girtî lidar bixe û geşedanên li Qudisê gotûbêj bike.

Ev civîn li ser daxwaza Fransa, Çîn, Nerwic û Îmaratê wê were lidarxistin.