​​​​​​​Şêniyên Heleb û Kobanê: Em rê nadin PDK`ê bazirganiyê bi xwîna şehîdan bike

Şêniyên Kobanê û Şêxmeqsûd gotin, ew nahêlin PDK`ê ku ji bo komkirina pereyan bazirganiyê bi xwîna gelê Kurd û berdêlên ku şehîdan dane, bike.

​​​​​​​Şêniyên Heleb û Kobanê: Em rê nadin PDK`ê bazirganiyê bi xwîna şehîdan bike
18 nîsan, 2022   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê êrişên xwe li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî QSD`ê didomîne. Li aliyekî din raporên rewşên gendelî û talankirina xêr û bêrên gelê Kurd ji aliyê malbata Barzanî ve li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin.

Girêdayî mijarê şêniyên Kobanê û Helebê ji ANHA'yê re axivîn.

Welatiyê bi navê Rifet Îbrahîm Silêman ji bajarê Kobanê ye siyaseta PDK`ê şermezar kir û wiha got: "Ji beriya çend salan ve em di bin dagirkeriyê de dijîn. Lê bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nêzîkatî di navbera gelê Kurd de çêbû. Dem hatiye ku em ji dijmin rizgar bibin, lê PDK`ê derfetê nade vê yekê û hevkariya dijmin dike."

Silêman anî ziman ku ew nahêlin ku PDK'ê bazirganiyê bi xwîna şehîdan bike û wiha domand: "PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dûrî me diçe. Ew tenê dewlemendiya aborî dixwaze. Ji ber vê yekê jî hevkariya dijmin dike û rê jê re vedike da ku êrişî me bike. Li Başûrê Kurdistanê gelek navendên dewleta Tirk hene, gelê Kurd vê yekê qebûl nake û dê derfetê nede ku bazirganî bi xwîna me û şehîdên me were kirin. Rêya ku PDK`ê têde dimeşe rêyeke şaş e û tenê xizmeta dijmin dike."

Rifet Îbrahîm Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên gerîla nûnertiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike, dema ku çi herêm rastî êrişan tê gerîla yekser berê xwe didin wir, şer dijmin dikin û ji bo gel şehîdan dide, mînake vê yekê li Şengalê bû.

Welatiyê bi navê Mistefa Dîka gotina helbestvan Cegerxwîn  ya 'Heger Kurd nebin yek wê herin yek bi yek' bi bîr xist û got: "Dewleta Tirk nahêle statûyeke Kurdan  û Kurdistaneke azad hebe. Dema ku şer di navbera PDK`ê û hêzên gerîla de derdikeve, ji bilî Erdogan tu kes sûdê nagire."

Her wiha welatiyê bi navê Ehmed Hec Kindo jî ev tişt anî ziman: "Ji beriya hezarên salan ve gelê Kurd nebûye yek û neteweyeke me hevbeş tune ye. Ji ber wê jî em ji PDK`ê dixwazin ku bi me re bibe yek û bi dijmin re nesekine. Dema ku yekitî di navbera me de xurt bibe dewleta Tirk dê nikaribe me têk bibe."

 ‘PEREYÊN GEL TALAN DIKIN DA KU KOŞKA BIKIRIN‘

Welatiyê bi navê Mihemed Elî ji bajarê Helebê ye anî ziman, li şûna ku malbata Barzanî alîkariya gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê bike, aboriya wê xurt bike û mûçeyan zêde bike, bi milyonên dolaran didize, dixe bankên li Lubnanê û qesran dikire.

Mihemed Elî got, ji ber vê gendelî û îxanetê divê hesab ji malbata Barzanî were xwestin.

Welatiya bi navê Xedîca Silêman jî diyar kir ku malbata Barzanî bi berjewendiya gel nafikire, lê belê tenê bi berjewendiya xwe difikire û ji ber kiryarên wî, gelê Kurd ji Başûrê Kurdistanê koçber dibe û bûn sedem ku li sînorê dewletên Ewropayê ew bixeniqin û bên kuştin.

 ‘AMÛREK DI DESTÊ ISTIXBARATÊN DEWLETA TIRK DE YE‘

Welatiya bi navê Tolîn Omer destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku rêveberên di malbata Barzanî de gendelî û îxaneta gelê Kurd dikin û got: "Niha jî li Başûrê Kurdistanê şênî ji ber aloziya aborî zehmetiyan dikşînin. Hemû kiryarên wê dikeve xizmeta dewleta Tirk û siyaseta dijbiriya gelê Kurd."

Tolîn Omer anî ziman ku hin endamên malbata Barzanî tenê alaveke di destê îstixbaratên dewleta Tirk de ne da ku gelê Kurd qir bike.

(bx)

ANHA