Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin çi ye?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi qebûlkirina Hevpeymana Civakî ve diçe. 93 xalên wê yên di reşnivîsê de hîna têne sazkirin da ku bi rêya pergaleke demokratîk ku daxwazên pêkhateyan pêk tîne, di demokratîkkirina Sûriyê û Rojhilata Navîn de bi roleke sereke rabe.

Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin çi ye?
16 sibat, 2022   07:33
HESEKÊ - EHMED MIHEMED

Ev demek e Hevpeymana Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê sazkirin. Dê bi hevpeymanê şêwe û pergala rêveberiya herêmê, xebata wê û têkiliyên wê yên hundirîn û derve werin diyarkirin. Her wiha dê nêrîna rêveberiyê di warê geşedanên siyasî, leşkerî û civakî de ku herêm tê re derbas dibe, zelal bike. Hevpeyman çi ye, çi pêwîstiya wê heye û çi qonax derbas kirin, naverok û girîngiya wê ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çi ye?

Hevpeymana Civakî kar û têkiliya civakê bi civakên derdorê re diyar dike, her wiha erk û mafên kesan bi awayekî wekhev diyar dike.

Li herêmên Rêveberiya Xweser tevî hebûna mîsaqa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêre Hevpeymana Civakî û bi rêya wê Rêveberiya Xweser a 3 kantonan (Cizîr, Kobanê û Efrînê) di 2014’an de hate ragihandin, lê îro guhartina hevpeymanê pêk tê.

Piştî ku herêmên ku QSD’ê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, zêde bûn û xwesteka şêniyên li herêmên rizgarkirî ku xwe dispêrin modela Rêveberiya Xweser a li her sê kantonan û bi zêdekirina meclisên sivîl û rêveberiyan li wan herêman, nexasim piştî lidarxistina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civînên girseyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşaneyên pêdiviya bi guhartin û ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî derketin.

Di kongreya MSD’ê ya şêniyên Cizîr û Firatê de ku di 25’ê Mijdara 2020’an de hat lidarxistin, encameke girîng a kongreye, ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî bû. Ew yek jî piştî MSD’ê diyalog û civînên xwe yên berfireh li hundir û derve bi nûnerên hêz û partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, şêx û rûspiyên eşîran re bi dawî kirin, pêk hat.

Ji bo pêkanîna encamên Kongreya Neteweyî ya Şêniyên Cizîr û Firatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî da. Her wiha di 15’ê Tîrmeha borî de komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir ku ji nû ve Hevpeymana Civakî saz bikin û nîqaşên wê û sazkirina wê di komîteya berfireh a ji 158 endaman pêk tê, bikin. Da ku piştre bibe mîsaqa sereke û xala avakirina qanûnên pêşerojê ya saziyan.

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo wiha got: "Pêwîst bû ku ev biryar were dayîn ku encamên Kongreya Neteweyî ya Şêniyên Cizîr û Firatê bên bersivandin û da ku şaşiyên di mîsaqa berê de ku bi lez li gorî pêdiviyên herêmê hatine avakirin, werin derbaskirin."

Komîteya Biçûk a ji 30 endaman pêk tê, di dirêjahiya 5 mehan de, ji 15’ê Tîrmeha par ve, xebatên li ser ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî bi rê ve dibe. Ew hevpeyman berê hatibû avakirin ku mîsaqa Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bû û qonaxa yekemîn a ji nû ve sazkirina hevpeymanê bû.

Ji 11’ê Kanûna par ve ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bû. Ew jî dema komîteya biçûk sazkirinên li ser hevpeymanê pêşkêşî komîteya berfireh a ji 158’an kir, pêk hat. Komîteya berfireh ji Ereb, Kurd, Suryan, Çeçen, Ermen û hwd nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, rêxistinên ciwanan, hiqûqnas, saziyên civaka sivîl û çalakgerên civakî yên li herêmê pêk tê.

Qonaxa duyemîn a sazkirina hevpeymanê şemiya borî ji vê hefteyê piştî 4 civînên di Kanûna par, Çile û Sibata îsal de hatin lidarxistin, bi dawî bû. Di navbera her civînekê de nêzî 20 roj hebûn.

Li gorî beşdarên komîteya berfireh, di qonaxa duyemîn de ku ji qonaxên berê û pêş zehmettir in, di 4 civînên wê de nîqaşên li ser hin têgehan, navlêkirin, bend û madeyên di reşnivîsa Heypeymana Civakî hatin kirin.

Di wan civînan de pêkhateyan li hev kirin û beşdaran hemûyan li ser sazkirina dawî ya Hepyemana Civakî li hev kir û derbasî qonaxa duyemîn a ji nû ve sazkirinê bû.

Siyasetmedar û endama komîteya biçûk a Sazkirina Hevpeymana Civakî Ebîr Hesaf da zanîn ku ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî, piştî bidawîbûna 4 civînên li ser nîqaşkirina reşnivîsê, derbasî qonaxeke nû bû.

Ebîr Hesaf têkildarî tiştê di dawiya civîna 4’an de çêbûye, ji ajansa me re li ser qonaxa nû eşkere kir û wiha got: "Qonaxa nû pêşniyarkirin û nîqaşên li ser vê hevpeymanê ku sazkirina wê di komîteya berfireh de bi dawî bûye, hatin kirin. Tê de gelek beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sazî û rêxistinên li herêmê amade bûn."

Ebîr Hesaf da zanîn ku piştî pêşkêşkirin û nîqaşên li ser qonaxa nû, dê Komîteya Berfireh civîneke din li dar bixe ku tiştên hatine pêşkêşkirin nîqaş bike û wiha domand: "Dê di vê civînê de forma dawî derkeve û li kêleka wê jî nêrîn û pêşniyar ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re werin pêşkêşkirin da ku li ser wê erê bike û ew ê jî bibe qonaxa dawî." Lê Ebîr Hesaf dema destpêkirina qonaxa nû eşkere nekir.

Di Hevpeymana Civakî ya ku tê sazkirin de 4 xalên sereke hene; rêgezên bingehîn, maf û azadî, rêxistkirina civakê û hukmên giştî. Ji wan 4 xalên sereke 93 bend hene; tê de li ser şêwe, pergala rêvebirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sazûmaniya saziyên wê, mekanîzmaya birêxistinkirina civakî û hilbijartinan hene, her wiha nêrîna wê ji civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê re, helwesta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşeroja Sûriyê, nêrîna wê ji partî, rêxistinên siyasî, zimanên werin bikaranîn re, nêrîna wê ji jinan re, nêrîna wê ji şaristanî û çanda herêmê re, parastin, jîngeh, aborî, perwerde û fêkirin, çavdêrî û mekanîzmaya çareserkirinê hene.

Siyasetmedarê ji pêkhateya Çeçen a li herêmên Rêveberiya Xweser ku yek ji endamên komîteya biçûk e, Kamil Axta axivî û wiha got: "Hevpeyman nûnertiya tevahî pêkhateyan dike û lihevkirineke mezin li ser mafên hemû pêkhateyan heye."

Axta wiha domand: "Ji pêşgotinê heta benda dawî, girîngî li ser mafên hemû pêkhateyan, çanda wan, beşdarbûna wan di pergela rêveberî û sazûmaniya wê de heye."

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo wiha dawî li gotina xwe anî: "Hevpeymana Civakî mafên çandî yên pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hev re dijîn, mîsoger dike û dê ji her herêmekê re bibe xala veguherîna ber bi çareserkirina krîza Sûriyê, ew jî piştî herêm û pêkhateyên wê di dirêjahiya hikumetên desthilatdar de beriya krîza Sûriyê hatibûn paşguhkirin."

(fr)

ANHA