Yekîtiya Mamosteyan: Em ê bi rihê hevgirtin û yekîtiyê asta perwerdehiyê bilind bikin

Yekîtiya Mamosteyan bi daxuyaniyekê bang li hemû mamosteyan kir ku beşdarî civînan da ku bi rihê hevgirtin û yekîtiyê pirsgirêkan çareser bikin û asta perwerdehiyê bilind bikin. Her wiha yekîtiyê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Yekîtiya Mamosteyan: Em ê bi rihê hevgirtin û yekîtiyê asta perwerdehiyê bilind bikin
16 sibat, 2022   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Mamosteyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bi daxuyaniyekê bang li hemû mamosteyan kir ku tevlî Yekîtiya Mamosteyan bibin. Da ku karibin asta perwerdeyê bilind bikin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 13'ê Sibata 2022’yan de me dest bi civînên mamostayan kir. Civînên me yên bi dirûşma “Em ê bi rihê yekitiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin”, wê li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin. Armanca me ji van civînan ew e ku hemû pirsgirêkên mamostayan ên perwerdehî, civakî û aborî nas bikin û li gorî derfet û hêza xwe hewl bidin çareseriyê ava bikin. Daxwaz, rexne û pêşniyarên mamostayan bigihînin cihên pêwendîdar û bikin bingeha niqaşên çareseriyê.

13'ê Sibatê, di heman demê de salvegera şehadeta Egîd Cîlo ye. Heval Egîd, yek ji pêşengên perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Fedekarî û feraseta heval Egîd, di van rêzecivînan de armanc û hedefên me jî nîşan dide. Em dîsa bi rihê yekîtiyê, bi rihê hevgirtinê hewl  bidin asta perwerdeya xwe û asta mamostayên xwe bilind bikin û bi vî şeklî hewl bidin layiqî hemû şehîdên xwe bin.

Dîsa  di van civînan di pêvajoya salvegera komploya navneteweyî de pêş dikeve ku îro jî bi rê û rêbazên cur bi cur berdewam dike. Bi van civînan em dixwazin ew komploya ku yekîtî û hevgirtina civakê hedef digirt û dixwast pêşî li bilindbûna kesayeta azad bigre lanet û şermezar bikin. Di avakirina civak û kesayeta azad de bikin pêngavek.

Bi van nêrîn û hestan em careke din bang li hemû mamostayên xwe dikin ku tevlî van civînan bibin. Nêrîn, nirxandin, rexne û pêşnyarên xwe li ser Yekîtiya Mamostayan pêş bixin. Dîsa pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî û perwerdehî bi me re parve bikin. Da ku em bikaribin ji rewşa heyî zêdetir agahdar bin û li ser riyên çareseriyê kar bikin.

Îro li Dêrikê, 17'ê Sibatê jî li Til Hemîs civînên me li dar in. Hêvîdar in mamostayên me yên van herêman tevlî van civînan bibin."