​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sewqiyatên Îranê li başûrê Sûriyê

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî tevgerên komên leşkerî yên Îranê li rojhilat û başûrê Sûriyê, kar û barên Lîbyayê û hilbijartinên Iraqê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sewqiyatên Îranê li başûrê Sûriyê
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sewqiyatên Îranê li başûrê Sûriyê
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sewqiyatên Îranê li başûrê Sûriyê
16 sibat, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

`MILÎSÊN ÎRANÊ JI ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÇÛN BAŞÛRÊ WÊ`

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Hemwextî xwepêşandanên li Sweydayê û hedefgirtina DAIŞ`ê otobuseke leşkerî li Şamê ku di encamê de windahî çêbûn, milîsên Îranê gelek karwanên leşkerî ji Dêrazor, Reqa, beyara Hema û Himsê şandin başûrê Sûriyê.

Çavkaniyên taybet eşkere kirin ku milîsên Îranê û komên alîgirên wê mîna Esaêb Ehil El-Heq, Heşd El-Şabî, Herekêt El-Nuceba ya iraqî, Lîwa Fatimiyun a efganî û Hizbullahê lubnanî di 2 rojên dawîn de 6 karwanên leşkerî yên mezin ji Dêrazor, Reqa, beyara Hema û Himsê şandin Sweyda û Dera yên başûrê Sûriyê.

Heman çavkaniyan diyar kir ku milîsên Îranê 130 wesayîtên leşkerî rêyên herêmên Mehîn, Tedmur (palmîra) û El-Qeryeteyn li rojhilatê Himsê bi kar anîn da ku de şîfre nebin û nebin hedefa balafirên Îsraîlê.”

`60 NAMZET KETIN PÊŞBIRKA HILBIJARTINÊN SEROKATIYA IRAQÊ`

Der barê hilbijartinên Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Parlamentoya Iraqê duh eşkere kir ku ji bo hilbijartinên serokatiyê heta niha 60 namzetan navên xwe dane. Berdevkê parlamentoyê Beyda Xidir di daxuyaniyekê de got, desteya serokatiya parlamentoyê heta niha dema lidarxistina civîna hilbijartina serokê welêt diyar nekiriye.

Beyda Xidir diyar kir ku piştî dûrxistina Hoşyar Zêbarî ji hilbijartinan, hejmara namzetên serokatiyê gihaşt 60 kesan. Her wiha diyar kir ku komîteya qanûnî ya parlamenotyê xebatên xwe didomîne û dê piştre navên namzetan radestî Desteya Nezaha (duristî) bike û piştre Meclisa Bilind a Dadgeriyê.”

`BAŞAXA JI BINGAZIYÊ DEST BI ŞÊWIRÊN AVAKIRINA HIKUMETÊ KIR`

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê hikumeta erkdarkirî Fathî Başaxa li Bingaziyê dest bi şêwirên avakirina hikumeta nû kir.

Nivîsgeha çapemeniyê ya serokê hikumeta erkdarkirî got Başaxa dê bi Eqîla Salih, aliyên siyasî, parlamenter, serokên partiyan, aliyên civakî û êlî, fermandariya giştî ya artêşê re bicive da ku sazûmaniya hikumeta xwe ava bike û pêwîstiyên dema bê nîqaş bike.”

(şx)