UNHCR: Dibe ku 162 hezar û 500 koçberên Sûriyeyê alîkariyê wernegirin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku krîza darayî xerabtir dibe û dibe ku nikare bi 8.3 milyon koçberî re bibe alîkar.

UNHCR: Dibe ku 162 hezar û 500 koçberên Sûriyeyê alîkariyê wernegirin
29 îlon, 2026   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di dîroka xwe de ji ber Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên dîtir pê re nabin alîkar, ew ê nikare xwe fînanse bike. Di raporeke xwe de destnîşan kir ku sala 2024-2025`an miqdara pereyên ku didin wê ji sedî 24 kêm bûye û ew niha li beramberî valahiyeke darayî ya nêzî 5 milyar dolar e.

Komîseriyê ji bo sala 2026`an daxwaza 8.5 milyar dolar kiribû lê heyanî meha Tîrmehê tenê ji sedî 32 ji van pereyan wergirtiye û hejmara koçberan li ser asta cîhanê gelekî zêde ye.

Li gorî komîseriyê heyanî dawiya salê hejmara koçberên ku bi wan re dibe alîkar dê bigihêje 131.2 milyonî. Sala 2025`an hejmara koçberan 129.4 milyon bû.

Her wiha di raporê de hate gotin dewletên koçber lê zêde, ne gelekî zehmetî dibînin, mînak li Çadê koçber ji şerê Sûdanê reviyan, 319 hezar koçber nehatine qeydkirin û dibe ku 200 hezar jin nekarin bigihêjin cihên ewle.

Li Sûriyeyê jî 162 hezar û 500 koçber û yên vegeriyan welat, heke komîserî xwe fînanse neke dibe ku alîkarî negihêje wan.

Li Sûdanê şerekî navxweyî yê dijwar heye û ev 4 sale didome niha navê derdora 140 hezar koçber nehatiye qedkirin.

Dewleta Efxanistanê tenê îsal pêşwaziya milyonek koçberan kir, ew koçberên ji Efxanistanê li Îran û Pakistanê diman. UNHCR berê bi wan koçberan re dibû alîkar û serê her koçberekê/î 375 dolar dida lê niha 170 dolarî dide.

UNHCR`ê da zanîn ku sala 2025`an ji sedî 33 derfetên wê kêm bûne, li 140 cihî nivîsgehên xwe girtine û piştî sala 2024`an xebatên xwe li 15 dewletan rawestandine.

Di dawiyê de UNHCR`ê diyar kir ku her çiqasî fînans kêm dibe ew qasî sîstema parastina koçberan wêran dibe, koçber bê belge dimînin û alîkariya kesên ji tundiyê reviyane nayê kirin.

(np)