Japonyayê cezayên li ser çend saziyên Sûriyeyê rakirin

Wezareta Karên Derve ya Japonyayê ceza û cemidandina û mal û milkên li ser çend sazî û dezgehên Sûriyeyê rakirin.

Japonyayê cezayên li ser çend saziyên Sûriyeyê rakirin
29 îlon, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Japonyayê, hikumeta Japonyayê biryar da ku cezayên li ser çend şîrket û wezaretên Sûriyeyê ku di nav de yên di sektorên petrol, bank û telekomunîkasyonê hene, rake.

Daxuyaniya wezaretê zelal kir ku biryara rakirina cezayan, wezaretên parastin û karên hundir ên Sûriyeyê jî digire nav xwe.

Cezayên ku mal û milkên çend şîrket û saziyên navdar cemidandibûn ên wekî Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê, Saziya Giştî ya Bazirganiya Derve ya Petrol û Berhemên Petrolê, Banka Bazirganiyê ya Sûriyeyê û şîrketeke telekomunîkasyonê jî dê werin rakirin.

Japonyayê cezayên ku li dijî 59 kesan û 18 sazî û dezgehên Sûriyeyê hatine sepandin jî ranekirin.

(k)

ANHA