'Li dijî êrişan gelê me biryara têkoşînê daye'

Meclisa PYD'ê ya Qamişloyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî sivîlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze projeya demokratîk têk bibe: “Li ser vî esasî gelê me biryara têkoşînê daye.”

'Li dijî êrişan gelê me biryara têkoşînê daye'
3 sibat, 2022   15:24
QAMIŞLO

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Qamişlo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke li pêşiya navenda PYD`ê ya li taxa Cûdî ya Qamişlo da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa PYD'ê ya Qamişlo Mesûd dawûd ve hat xwendin.

Mesûd Dawûd da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, bi hevkariya gelek aliyan xwestin di girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê rihekî din bidin DAIŞ`ê û bi vê yekê çeteyan di nava herêman de belav bikin.

Mesûd Dawûd got: “Ji ber ku êriş û planên dewleta Tirk û hevalbendên wê hatin şikandin, dewleta Tirk a faşist careke din xwest bi êrişên qirêj li hember sivîlên me derkeve; êrişan li ser Kobanê, Şengal û gundewarê Dêrikê dike.”

Dawûd da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze projeya neteweya demokratîk ya li herêmê têk bibe û wiha pê de çû: “Li ser vî esasî gelê me biryara têkoşînê daye, gelê me slogana têkoşîn û berxwedanê rakiriye ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bide.”

Mesûd Dawûd destnîşan kir ku êriş û planên dewleta Tirk a dagirker berdewamiya komploya li ser rêber Abdullah Ocalan e.

(sb)

ANHA