Şefê DAIŞ’ê li herêma di bin dagirkeriya Tirkiyê de hate kuştin

Serokê DYA’yê Joe Biden diyar kir ku şefê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşîmî El-Qûreyşî li nêzî sînorê Tirkiyeyê di operasyonê de hate kuştin.

Şefê DAIŞ’ê li herêma di bin dagirkeriya Tirkiyê de hate kuştin
3 sibat, 2022   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê DYA’yê Joe Biden diyar kir li Atme ya li herêma Idlîbê ya Sûriyê ye, hêzên taybet ên Amerîka di operasyonekê de şefê DAIŞ’ê kuştine.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di operasyonê de 13 kes hatine kuştin. Biden jî diyar kir tiştek bi leşkerên Amerîkan ên di operasyonê de nehatiye.

El-Qûreyşî ketibû şûna Ebû Bekir El-Bexdadî yê ku di Cotmeha 2019’an de di qadeke di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatibû kuştin.