Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin

Bi hezeran şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê 9 şervanên QSD`ê û xebatkarên girtîgeha Sînaa ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûne, oxir kirin.

Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin
Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin
Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin
Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin
Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin
Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin
Li Dirbêsiyê bi hezeran şehîdên Pêngava Gurzê  Gelan oxir kirin
3 sibat, 2022   15:10
HESEKÊ

Bi hezeran şêniyên navçeya Dirbêsiyê, Zirgan û gundewarên wê cenazeyê 9 şervanên QSD`ê û xebatkarên girtîgeha li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê oxir kirin.

Karwanê şehîd Hisên El-Berî, Umran Xilêf, Malid Hesen, Kemal Memo, Îsa Derwîş, Ebûd Mihemed, Mihemed Elî, Riyad Hisên û Ebdulkerîm El-Hemade ji pêşiya meclisa navçeya Dirbêsiyê ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka kantona Hesekê Semer El-Ebdullah wiha axivî: "Welat bi têkoşîna şehîdan têne avakirin. Îro em 9 şehîdên xwe ku ji bo rizgarkirina herêmê û tevahî cîhanê ji DAIŞ`ê ya terorîst canê xwe feda kirin, oxir dikin."

Semer El-Ebdullah îşaret bi berxwedanî û lehengiya QSD`ê kir û ev tişt got: "Hêzên me careke din li hember xetertirîn rêxistina terorîst li cîhanê bi ser ket. Çeteyên DAIŞ`ê bi rêya êrişan xwestin jinûve xwe vejînin. Ev jî piştî binketina wan ji aliyê QSD`ê ve li baregeha dawî li Baxozê."

Semer El-Ebdullah diyar kir ku êriş komployek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, aliyên derve weke dewleta Tirk beşdarî vê komployê bibûn û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk alîgira sereke ya DAIŞ`ê ye. Lê hêzên me yên leşkerî şer kirin û têkoşiyan heta ku careke din DAIŞ`ê bi bin xist."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî ev tişt anî ziman: "Êrişa şaneyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa planeke mezin bû. Bi rêya wê dewleta Tirk xwest serkeftinên QSD`ê têk bibe û DAIŞ`ê jinûve vejîne da ku herêma Cizîrê bixe bin serweriya xwe de."

Kenan Berekat di axaftina xwe de îşaret bi berxwedana QSD`ê kir û wiha domand: "Bi saya têkoşîna 121 lehengî me cîhan ji hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê ku destekê ji dewleta Tirk digrin, rizgar kir û careke din me pilanên wan têk bir."

Kenan Berekat diyar kir ku bi saya hevgirtin û hevkaria pêkhateyan komploya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin ket û wiha axivî: "Bi saya hevkariya pêkhateyan ku Ereban li Kêleka Kurd û Suryanan şer kir, me ewlehî û aramî careke din ji pêkhateyên herêmê re peyda kir."

Kenan Berekat soza paratina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya têkoşîna pêkhateyên herêmê hatine bidestxistin da.

Paşê wesîqeta şehîdan ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Egîd Misto ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyên her 9 şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin

(bx)

ANHA