Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest

Bi sedan şêniyên Dêrikê sersaxî ji ji malbata şehîd Mihemed Omer ( Mihyedîn Dêrik) re xwestin.

Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbata şehîd Mihyedîn Dêrik xwest
3 sibat, 2022   15:15
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê ji bo şehîdê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser astasyona kehrebê ya 4 a li gundê Gir Kendal ê Dêrikê de Mihemed Omer ( Mihyedîn Dêrik) sersaxî xwestin.

 Şênî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrkê kom bûn û bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana QSD'ê herikîn bin konê sersaxiyê.

Piştî şênî gihaştin bin konê sersaxiyê, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Nayif Hesen li ser navê malbatên şehîdan a Dêrikê axivî û wiha got: "Ev êriş, komployeke navneteweyî ye ku destkeftiyên me têk bibin. Lê hervgirtin û berxwedana hêzên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev êriş têk birin û dosa Kurd û hebûna Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê bû mijareke sereke."

Hesen wiha got: "Biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê giştî re ferdekarî û berxwedana gelan li hember komployên li dijî herêmê îsbat kir û ne pêkan e ev plan bi ser kevin. Ji ber gelên herêmê van plan û komployên bi hewldana têkbirina destkeftiyên me baş dizanin."

Li aliyekî din jî Hevserokê Yekitiya Sendîqaya Endazyaran a Dêrikê Mihemed Seidon wiha got: "Gelên herêmê şer naxwazin, lê belê li ser wan ferz bûye. Ji lew re ne pêkan e em destgirêdayî bimînin."

Seidon wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bilî berxwedan û fedekariyan di oxira azadî û rûmeta gelê me de tu rê neman, em îhanet û radestbûnê qebûl nakin. Ji ber em xwedî maf in."

Merasîma sersaxiyê bi diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

ANHA