Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin

Dilsozên ji şêniyên Hesekê bi hevkariya HPC`ê bi awayekî zêde li bajar belav bûne da ku destekê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku parastina ewlehî û aramî û parastina taxên xwe ji êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bikin.

Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin
Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin
Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin
Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin
Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin
Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin
Şêniyên Hesekê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn taxên xwe diparêzin
27 ÇILE, 2022   00:40
HESEKÊ

Ji pênşema borî ve li bajarê Hesekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî zêde li bajar belav bûne û ji ber êrişa şaneyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran destekê didin QSD`ê. Armanc ji êrişa şaneyên DAIŞ`ê ku rê vekin da ku bi hezeran çeteyên girtî, birevînin.

Di çarçoveya qedexeya giştî de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê, bi sedan şêniyên hêzên ewlehiyê bi dilsozî parastina taxên xwe dikin û nobetariyê dikin nexasim bi şev da ku şaneyên DAIŞ`ê êrişî taxên din nekin.

Şêniyên dilsoz alîkariya HPC`ê dikin û li ser bendên kontrolê yên ku li tax, kolan û dagerandinên rêyan her wiha deriyên veguhestina taxana daîne disekinin û destekê didin Hêzên Ewlekariya Hundirîn di peydakirina aramiya giştî ji welatiyan re.

Nûçegihanê ajansa me bi roj û şev li hin taxên bajar geriya û karên dilsoz û endamên HPC`ê di kontrolkirina erebeyan de, nasnameya ajokar û kesên ku derbas dibin, nederfetdayîna ji erebeyên ku erkên fermî bi wan re tune bûn ku derbas bibin, şopandin.

/kr/uploads/files/2022/01/26/202004_-.webp

Welatiyê bi navê Hatim El-Elî ku li ser bendeke kontrolê li taxa Miftî bû wiha axivî: "Em dilsoz in. Em destekê didin hêzên leşkerî da ku parastina herêman bikin. Her wiha em destekê didin Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Em kolan û taxan dişopînin û ev jî ji bo aştiya şêniyan e."

Hatim El-Elî wiha domand: "Em hemû ereb e, nasname, kaxez û erkên bi ajarokan re, kontrol dikin. Dema ku guman li ser erebe yan jî kesekî hebe em wan disekinînin û radestî aliyên pêwendîdar dikin."

/kr/uploads/files/2022/01/26/202020_-.webp

Her wiha endamê HPC`ê Ebdulxefûr Ehmed destnîşan kir ku HPC`ê ji ber êrişa ku di nava 3 rojên borî de li bajar tê kirin, bendên kontrolê li bajar zêd kirin û wiha pê de çû: "Piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa û tevgera şaneyan li piraniya herêman, divê mirov li hember wan bisekine û destekê bide Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Ew jî bi rêya belavbûna li hemû taxan pêk tê da ku hewldana her kesê ku dixwaze aramî û ewlehiya bajar têk bibe, vala derxin."

Ebdulxefûr Ehmed teqez kir ku ew di nava 24 saetan de li ser bendên kontrolê ne, bi şev zêde dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên me bi beşdarbûna şêniyan bi roj û şev tevgera xwe di nava taxan de, zêde dikin."

(bx)

ANHA