Hiquqnas: ''Lihevkirin'' nêçîra di ava qirêj de ye

Hiquqnasên ji bajarê Reqa diyar kir ku banga hikumeta Şamê ya "lihevkirin" xizmeta gelê sûrî nake û got, divê diyalogên di navbera gelê Sûriyê de werin lidarxistin, da ku çareseriyek ji aloziya Sûriyê re were dîtin."

Hiquqnas: ''Lihevkirin'' nêçîra di ava qirêj de ye
27 ÇILE, 2022   04:17
REQA-XALID EL-CUMA

Hikumeta Şamê li Derayê û herêmên başûrê Sûriyê projeya "lihevkirin" pêk anî û kesên li ser erê kirin, ew kişandin eniyên çolistanê da ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer bikin, lê di rastiyê armanc jê tunekirina wan bû, beriya demekê têkildarî şêniyên Reqayê jî dest bi heman projeyê kir.

Banga hikumeta Şamê ya "lihevkirinên takakesî" ya ji gelê Reqa û gundewarên wê re, ji aliyê tevahiya herêmê ve hate redkirin. Ji wan şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê.

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtin bi hiquqnasên ji bajarê Reqayê re çêkir û got: "Lihevkirinên hikumeta Şamê banga wê dike, xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê nake û yekane çareserî ew e ku diyalogên sûrî-sûrî, werin lidarxistin."

/kr/uploads/files/2022/01/26/201736_-.bmp

Hevserokê Yekitiyê Parêzeran a Reqayê Xalid Hesen axivî û got: "Azara gelê me di dirêjahiya deh salên derbasbûyî de kişandine, ji qetilkirin, wêrankirin, koçberkirin û revandina bi darê zor, hewcedarî bi diyalogên siyasî û çareseriyeke siyasî heye."

Xalid Hesen ev li axaftina xwe zêde kir: "Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û di çarçoveya erka me ya exlaqî û bernameya me ya siyasî de, em bang li hikumeta Şamê dikin ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan li dar bixe, da ku aloziya Sûriyê were çareserkirin."

Hesen ev tişt got: "Banga lihevkirin û çareseriyên li herêmê bê kêr in, gelê me yek e û em parçeyek ji Sûriyê ne, di encamê de derveyî diyalogên rasteqîn, tu rê nîn in."

Xalid Hesen destnîşan kir ku "lihevkirin" hewldaneke binketî ye û wiha axivî: "A baş ew e ku em li ser maseya diyalogan bicivin da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re were dîtin. Divê em bi awayekî cidî bidin û bistînin ji ber ku hîn jî em li pêşberî rêyeke girtî ne û hikumeta Şamê ji bo çareseriya siyasî, serhişk e."

/kr/uploads/files/2022/01/26/201752_-_1.bmp

Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzer Salih Selame axivî û got: "Em piştrast dikin ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî dê were çareserkirin, ji ber ku çareseriya leşkerî wê temenê aloziyê dirêjtir bike."

Salih Selame bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û banga Sûriyeke yekgirtî, azad û pirrengî bikin da ku xizmeta gelê Sûriyê bi giştî were kirin.

Salih Selame wiha gotina xwe bi dawî kir: "Lihevkirin û çareseriyên ferdî çareseriyê ji aloziyê Sûriyê nayne, lê belê divê lihevkirineke giştî-siyasî be ku hemû sûriyan bigire nav xwe."

(eh)