Sîham Şengalî: Dixwazin bi qirkirina êzidiyan Şengalê kontrol bikin

Sîham Şengalî diyar kir ku erdnîgariya Şengalê ji aliyê leşkerî û niştecihbûnê ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye, di Şengalê de civaka êzidî pîvanên xweparastinê ji xwe re esas girtine û dewleta Tirk û hêzên din dixwazin bi rêya qirkirina êzidiyan serweriya Şengal bikin.

Sîham Şengalî: Dixwazin bi qirkirina êzidiyan Şengalê kontrol bikin
27 ÇILE, 2022   06:57
 QAMIŞLO

Berdevka Komîteya Karên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîham Şengalî ji ANHA`ê re axivî û diyar kir ku Şengal li Iraqê û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke zêde ye. Her wiha di aliyê civakî de jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye; bi sedan êzidiyên li Bakurê Kurdistanê ji ber qetilkirinê koçî Şengalê bûne û got: “Êzidiyan da ku çand, hebûn û baweriya xwe biparêzin, berê xwe daye Şengalê, mîna eşîra Xeltan, Çêlgan. Ev hemû ji ber komkujiyên Osmaniyan koçber bûne.”

Sîham Şengalî da xuyakirin ku girîngiya Şengalê di hewandina gelek civak û neteweyan de ye û wiha got: “Li Şengalê ne tenê êzidî jiyane, civakên din jî lê hebûne; mîna misilman û xiristiyanan. Şengal bûye hêlîneke parastinê. Di fermanên beriya niha de jî ji ber ku êzidiyan xwe li çiya girtiye, têk neçûne. Ji ber berxwedana êzidiyan êrişên leşkerên Osmaniyan jî bi ser nediketin, Şengalê êzidî ji gelek fermanan parastine.”  

Sîham Şengalî da xuyakirin ku heke hêzekê serweriya Şengal kir, ew ê serweriya wê bigihêje beşeke mezin a Iraq û Sûriyê heta bi herêmên derdorê û got: “Mînak di dema Sedam Hisên de çiyayê Şengal ji bo topbarana li dijî Îsraîlê hat bikaranîn”.

Şengal bi berhemên xwe yên çandiniyê jî tê naskirin, ji ber wê gelek hêz dixwazin di Şengalê de bi cih bibin.

Şengal navçeyeke li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistan û Iraqê de ye, 76 gund lê hene. Piraniya niştecihên wê Kurdên êzidî ne, yên Ereb û Suryanan jî hene.

‘CIVAKA ÊZIDÎ XWEPARASTIN JI XWE RE KIRIYE ESAS’

Sîham Şengalî destnîşan kir ku tevî hewldanên bênavber ên talankirina vê erdnigariyê û qirkirina ol û çandê jî êzidiyan li ber xwe daye û civaka êzidî êrişî civakeke din nekiriye. Civaka êzidî pîvanên xweparastinê ji xwe re esas girtine û wiha dom kir: “Heke mirov ji aliyê çandî û derûnî ve civaka êzidî şîrove bike, mirov dibîne ku êzidî li dijî dagirkirinê ne, civaka êzidî li gelek baweriyan xwedî derketiye dema ku xwe di çiyayê Şengal de diparastin.”

Sîham Şengalî da zanîn ku niha dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ`ê û komên din gelek caran êrişan pêk tînin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Nikarin bi êzidiyan, ji ber ku çiyayên êzidiyan hene wan diparêzin, baweriyeke hezarsalî heye. Niha jî dixwazin bi rêya qirkirina êzidiyan serweriya Şengalê bikin.”

Sîham Şengalî destnîşan kir ku di dema êrişên DAIŞ`ê de, rûxmî hemû derfetan Mûsil rojekê nikarîbû li ber xwe bide. Li Şengalê ruxmî hêzên heyî tevî tank û topên xwe dest ji civaka êzidî berdan û got: “Plana fermana bi destê DAIŞ`ê, sala 2003`yan hatibû amadekirin, bi têkbirina vê planê hat îspatkirin ku êzidî dikarin li ber xwe bidin, heta ku gêrîlayên HPG û YJA Starê ji çiyayan berê xwe da Şengalê û ji Rojavayê Kurdistanê jî bi hawara êzidiyan de hatin. Bi vî awayî DAIŞ li Şengalê li berxwedanê aliqî.”

3`yê Tebaxa 2014`an fermaneke nû li dijî civaka Êzidî çêbû, artêşa Iraqê û hêzên PDK`ê şêniyên Şengal bê parastin hiştin û reviyan, çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî Şengalê kir. Bi piştgiriya gerîlayên HPG û YJA Starê, şervanên YPJ  û YPG`ê plana qirkirina civaka êzidî hate têkbirin.

‘DERDÊ WAN NE PARASTINA ÊZIDIYAN E’

Sîham Şengalî got: “Dijmin dizane ku li her derê xaka êzidiyan hatiye wêrankirin, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kêm êzidî mane. Li Başûrê Kurdistanê êzdiyên heyî bê vîn in, çi êriş li ser Şêxan û Başîqa were, ew ê nekarin xwe biparêzin. Ji ber ku bê hêz in.”

Sîham da xuyakirin ku di dîrokê de Ereb, Faris û Osmaniyan dijminatiya êzidiyan kiriye, heta niha jî berdewam dike. Hêzên ku dixwazin li Şengalê bi cih bibin, derdê wan ne parastina êzdiyan e û êzidiyên koçber jî dibin, li wan deveran di nava sîstemên heyî de zirarê dibînin.

Hikumeta Iraqê û PDK`ê di 9`ê Cotmeha 2020`an de, têkildarî Şengalê peymanek îmze kir. Ew peyman rastî gelek nerazîbûnan hat, heta niha jî civaka êzidî ya Şengalê vê hevpeymanê qebûl nake.

ANHA